Jinên Tîrêjên Rojê li gelek bajaran çalakî li dar xistin

Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî êrîşa nijadperest a li Sakaryayê li gelek bajaran çalakî li dar xistin.

Înîsîyatîfê diyar kir ku wan li Sakarya, Kocaelî û Stenbolê çalakî li darxistin û diyar kirin ku wan fabrîkeyek, du depo, dudu jê luks 8 wesayît şewitandine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst ku li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan nizane wê çi bike, êrîşî Kurdan dikin. Lînca li Sakaryayê mînakeke vî tiştî ye. Di qonaxa wisa de mirov nikare qala biratî û aştiyê bike. Em ê li hemberî vê faşîzmê heta dawiyê li ber xwe bidin. Tacîz, tecawiz û şîddeta li ser jinên Kurd parçeyekî vê plana îmhakirinê ye. Ciwanên me di serî de, divê hemû gelê me wisa nêz bibin û li hemberî êrîşan xwe biparêzin. Em ê agirê tolhildanê li Sakaryaya navenda faşîzmê vêxin û li hemû metrepolan belav bikin.

Di 4’ê Îlonê de li Sapancaya Sakaryayê fabrîkeyeke faşîstên Tirk bû hedefa yekîneyên me yên jin û bi çalakiyeke teknîkî ev der hate îmhakirin. Li heman taxê 3 wesayîtên bankayan jî hatin şewitandin.

Di 4’ê Îlonê de li Gebzeya Kocaeliyê depoyeke çeteyên AKP û MHP’ê hatin îmhakirin.

Di 5’ê Îlonê de depoya malzemeyan a li maleke AKP’yiyan a li Gokturka Stenbolê hate îmhakirin. 2 wesayîtên luks jî hatin şewitandin.

Di 5’ê Îlonê de li Tûzlaya Stenbolê 3 wesayîtên AKP’yî û hevkarên wan jî ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.”

Înîsîyatîfê diyar kir ku wan ev çalakî li dijî tecawiza li ser jinan û li dijî êrîşên nijadperest ên li ser karkerên Kurd li dar xistine.