Jinên Tamîlî rastî tecawiza leşkeran tên
Jinên Tamîlî rastî tecawiza leşkeran tên
Jinên Tamîlî rastî tecawiza leşkeran tên
Piştî ku hikûmeta Srî Lanka, Kaplanên Tamîl Eelam îmha kirin, pirsgirêka ewlehiyê gihişt asta herî dijwar. Yên ku herî zêde di bin bandora vê de dimînin jinên ku hevserê xwe di şer de wenda kirine. Jinên herêmê, bi awayekî sîstematîk rastî taciz û tecawiza leşkeran tên.
Jineke ku hevserê xwe wenda kir got;Hinek kesên gotin em hevalên hevserê te ne, hatin mala min. Ew leşker bûn. Tecawizê min kirin. Gotin dê carek din jî bên.”
Jina bi navê Gwory got du zarok û amûrên xwe girtiye û mala xwe terk kiriye û carek din bar kir. Growy got; Du mêr hatin gotin em hevalê hevserê te ne. Min ew kirin mîvan. Bi ser min de hatin, cil û bergên min qelaştin. Ez qiriyam. Ji mal reviyan gotin dê carek din jî bên.”
Gorwy got di 2009’an de hevserê xwe di şer de wenda kiriye. Gorwy yek ji 89 hezar jinên ku jinbî maye. Ji 89 hezar jinên ku hevserê xwe wenda kirine, 40 hezar bi tena serê xwe dijîn.
Her roj bi pirsgirêkên cidî yên ewlehiyê re rû bi rûne. Koma Mafê Kêmarên Navnetewî (MRG) encama xebata xwe ya kiribû aşkera kir. Jinan pirsên rêxistinên civaka sivîl bersivandin û got piştî şer qedyaye li vir êrîşên zayendî gihiştine asta dijwar. Tê diyar kirin ku sedema zêdebûna êrîşên zayendî hebûna artêşê ye.
Berpirsê MRG ya Başûrê Asyayê Farah Mîhlar got: “Jin bi tena serê xwe dijîn. Divê bi civakê re bikevin têkiliyê. Ji ber vê jin rastî her cureyê êrîşê tên. Jin ligel leşkeran, rastî êrîşa mêrîn ku endamên komên etnîk yên din tên. Endamên artêşê jî dibêjin; me şer qezenc kir, em dikarin her tiştî bikin. Hikûmet tu leşkerekî sûcdar ceza nake. Li herêm şer edelet tune. ”
Endamekê rêxistina mafê mirovan got ji roja ku şer qedyaye heta niha li Jaffna 400 bûyerê tecawizê hatine jiyîn.
Di vê navberê de berdevkekî artêşa Srî Lanka rapora MRA’yê şermezar kir.
General Ruwan Wanîgassoriya got: “Em vê tespîta ku tê gotin ku sûcên zayendê bê ceza dimînin diderewînin. Nûçe û raporên bi vî rengî ‘propagandaya reş’ ya gelên Tamîl ya diyasporayê ye.”
Wanîgassoriya îdia kir ku heta niha 17 leşker hatine ceza kirin.
Human Rigths Watch (HRW) jî raporek weşand û diyar kir ku di demên dawî de artêş bi awayekî sîstematîk îşkenceyê pêk tîne.