Jinên li Strasbourgê, daxwazên xwe gihandin Sefaretxaneyê
Li Strasboûrgê daxwaz hate kirin ku dawî li tecrîdê bê, PKK ji listeya terorê bê derxistin û siyasetmedarên Kurd serbest werin berdan.

Li bajarê Strasboûrg a Fransa, Tevgera Jinên Kurd a Ewerop (TJK-E) li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Elmanya çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rabe, siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê hatine girtin werin berdan û PKK ji listeya rêxistina terorê were derxistin.
Polîsan ji ber rewşa ne aramî ya li welat, destûr nedan ku jin bikevin Sefaretxaneyê, li ser israra jinan dosyaya amadekirine danîn Sefaretxaneyê. Piştre daxuyaniyek dan çapemeniyê û dawî li çalakiya xwe anîn.