Jinên Kurd li Meclîsa Elman behsa Kobanê kirin

Jinên Kurd li Meclîsa Elman behsa Kobanê kirin

Jinên Kurd ên Meclîsa Federal a li paytexta Elmanya Berlînê ziyaret kirin der barê Kobanê ya rastî êrîşên çeteyan tê axivîn.  Jinên bi alîkarê Serokê Komîsyona Karên Derve re axivîn der barê rewşa dawî de dosyayek dan.

Li paytexta Elmanya Berlînê jinên Kurd îro çûn Meclîsa Federal Elmanya û der barê Kobanê de agahî dan.

Di hevdîtina ji aliyê Meclîsa Jinan a Berlîn a Destdan hat organîzekirin, jinan dosyayek da Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Elman.  Di hevdîtinê de ji Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) alîkarê Serok Frez Tnonnes, endamên Partiya Demokratan a Sosyal  (SPD) Thorsten Frey, Roderich Kiesewetter û Dr. Johann Wadephul amade bûn.

Di hevdîtînê de ji endamên Komîsyona Karên Derve hat xwestin ku divê dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji DAIŞ re qut bike, di vê mijarê de zext li Tirkiyeyê bên kirin û ambargoya li hember Rojava tavilê rabe.  Her wiha hat xwestin ku pêwîste ji bo dorpêça li derdora Kobanê bê şkandin operasyonên bi bandor ên hewayî bên kirin.

Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Federal ku endamên Meclîsa Jinan Destdan a Berlîn guhdar kirin gotin ku wê ji nêz ve bi mijarê re eleqedar bibin.

Piştî hevdîtinê jinên Kurd ji bo balê bikişînin ser hovîtiya DAIŞ kefenên bi xwîn li xwe kirin û belavok belav kirin.