Jinên Kurd li Brukselê li RTL TV çalakî pêk anîn
Li paytexta Belçîka, Brukselê Meclîsa Jinan a Şehîd Berîtan ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk li RTL TV çalakî pêk anîn.

Çalakiyê saetekê berdewam kir, piştre bi rayedarên TV’yê re hevdîtin pêk hat. Çalakvanan ji rayedaran re behsa polîtîkayên komkujiyê yên AKP’ê kirin û bi êrîşeke kontravarî bê çawa li Cizîrê 23 kes qetil kirin anîn ziman.
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku li hember van polîtikayên derveyî mirovahiyê pêwîst e, raya giştî ya Ewropayê bikeve tevgerê. Herî dawî çalakvanan dosyayek dan rayedarên TV’a RTL’ê. Çalakvanan dirûşmên, “Qatil Erdogan” û “Bijî berxwedana Cizîrê” gotin.