Jinên Kurd li ber Konsolosa Fransayê çalakî pêkanîn
Jinên Kurd li ber Konsolosa Fransayê çalakî pêkanîn
Jinên Kurd li ber Konsolosa Fransayê çalakî pêkanîn
Li bajarê Den Haag yê Holandayê bi pêşengiya endamên jin ên Meclisa Gel ya Kurd, weke her Çarşemê bûyî, li ber Konsolosa Fransayê çalakiyekî protestoyî pêkanîn û ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetilkirin edalet xwestin.
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê li Parîsê hatibûn qetilkirin û her hefte çalakiyên nobetê dihatin pêkanîn, vê hefteyê jî dom kir. Jinên ku li ber Konsolosa Fransayê a li bajarê Den Haagê kombûn, pankarta “Li ser komkujiyê re 252 roj derbazbûn, gelo bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc e” vekirin. Çalakvanan xwest ku komkujiya Parîsê bê ronî kirin û kujer hesabê bidin, her wiha pankartekî ku bal kişande ser êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jî vekirin.
Di dema çalakiya ku nêzî du demjimêran dom kir de, ji bo serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî îmze hatin berhev kirin.