'Jinên Kurd ji bo kongreya neteweyî divê bi berpirsyarî rabin'

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojava diyar kir ku kongreya neteweyî pêwîstî ye û bang li jinên Kurd hemûyan kir ku ji bo vê bi berpirsyarî rabe.

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojava têkildarî kongreya neteweyî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi guhertinên siyasî, hevsengiyên aborî, leşkerî û koalîsyonên navneteweyî hate kirin û hate gotin, "Êrişên li dijî parçeyên Kurdistanê hebûna gelê Kurd û destkeftiyên ku bi salan bi dest xistine, dike armanc. Îro em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, pêwîstiya vê demê ji hemû demên berê zêdetir bi bidawîkirina nakokiyan û hewldanên ji bo lidarxistina kongreya Neteweyî ya Kurdistanî heye. Ev yek xizmeta gelê Kurd dike, parçebûnê ji holê radike û ji bo çareseriya doza kurdî çareseriyeke siyasî derdixe holê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku însiyatîfa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo nêzîkkirina li hev a aliyên Kurd gaveke erênî ye û hate gotin, "Jinên Kurd berê û niha jî di misogeriya yektiya neteweyî de xwedan mîrateyekî berxwedêr û mezin bûn. Ji qada leşkerî bigire, qada siyasî û çandî, di hemû qadan de xwe îspat kir. Jinên têkoşer li dijî terorîstan şer kirin û niha jî di lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî de xwedan rol in.

Beriya niha jî kongreya yekemîn û duyemîn a jinên Kurd hate lidarixstin û tê payîn ku li Rojava ya sêyemîn jî bê lidarxistin, lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kongre nehate lidarixistin.

Wekî komîteya Kongreya Neteweyî ya sêyemîn a jinên Kurd, em bang li jinên di nava rêxstinan de û yên di qada siyaset, çandî û saziyên sivîl de dikin ku di lidarxistina kongreya sêyemîn de roleke girîng bilîzin û ji bo çareserkirina doza kurdî xwedan helwest bin. Nexasim di vê pêvajoya hesas de ku Kurdistanê tê re derbas dibe. Her wiha em bang dikin ku bi şervanên QSD`ê re bibin alîkar û li dijî terorîstên cîhanê û li dijî hemleyên li dijî vê hêzê bisekinin."