Jinên Kurd dê sibê li ber Parlamentoya Ewropayê bin!
Jinên Kurd dê sibê li ber Parlamentoya Ewropayê bin!
Jinên Kurd dê sibê li ber Parlamentoya Ewropayê bin!
Ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê Meclîsa Jinan a Strasbourg Alsas Lorenê dê roja 5'ê Sibatê li ber avahiya Parlamentoya Ewropayê çalakiya "Em edaletê dixwazin" bê li dar xistin.
Jinên Kurd ji bo neronîkirina kuştina siyasetmedarên jin Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez dê bi çalakiya rûniştinê protesto bikin. Dema sibê civîna bi navê "Li Tirkiyeyê kêşaya Kurd" ku li Parlamentoya Ewropayê were li dar xistin, jinên Kurd jî li dervê bi slogana "Em edaletê dixwazin" werin cem hev.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Strasbourg Alsas Lorenê tê li dar xistin. Derbarê çalakiyê de meclîsê vê daxuyaniyê da: "Ser komkujiya li Parîsê mehek derbas bû, lê hê jî ev bûyer nehat ronî kirin. Emê destûrê nedin ku ev bûyer di tariyê de bimîne. Heya berpirsên komkujiyê ji aliyê Fransa ve neyê eşkere kirin, emê têkoşîna xwe bidomînin.
Çalakiya rûniştên dê sibê di navbera seat 10.00 û 12.00'an de li ber avahiya Parlamentoya Ewropayê were li dar xistin.
PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ DÊ BÊ GOTÛBÊJKİRİN
Di rûniştina Parlementoya Ewropayê (PE) ku dê ya 6-7’ê sibatê de, dê rêzeçalakiyên derbarê Diyalogên Tirkiye û Kurdan de bên lidarxistin. Şandeya BDP’ê jî dê bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş beşdar bibe û dê gelek sazî û nunerên partiyên Ewropayê jî amade bibin.
Roja 5’ê sibatê saet di 14.00 de şandeya BDP^ê ya bi serokatiya Demîrtaş, dê li PE’yê tevî nunerên partiyên PE’yê civînek li dar bixin. Di civînê de ku dê nunerên partiyên Çepgir, Kesk, Lîberal û Sosyal-Demokrat ên PE’yê tevil bibin, dê “Pêvajoya Îmraliyê” bê gotûbêjkirin.
Roja 6’ê sibatê saet di 15.00 de jî dê panela gotûbêjê ya bi sernavê “Li Tirkiyeyê ji bo Çareseriya Aşitiyane ya Pirsgirêka Kurd Diyalog” bê lidarxistin. Axaftina vekirinê dê ji aliyê komîserê berpirsê muzakereyan ên Komîsyona YE’yê Stefan Fule û dê ji hukûmeta Îrlandaya ku niha serokatiya YE’yê dike wezîrek ve bê kirin.
Ji bilî panelê, şandeya BDP’ê dê bi rayedarên payebilind ên YE’yê re hevdîtinan pêk bîne. Bi vî awayî dê yekem car Yekitiya Ewropayê (YE) diyaloga di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de gobûjê bike û nêrîna xwe diyar bike.