Jinên Kobanî lêkirina 'dîwarê şermê' şermezar kirin

Jinên Kobanî lêkirina 'dîwarê şermê' şermezar kirin

 Jinên li bajarê Kobanê bi armanca şermezarkirina çêkirina "dîwarê şermê" ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin, daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyaniya ku bi pêşengiya Yekîtiya Star hate organîzekirin, li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin.

Di çalakiya ku pankartên wekî, "Dîwar nikarin vîna gelê me bişikînin û Kurdistanê perçe bikin" hatin vekirin de, li ser navê Kodînasyona Yekîtiya Star Sara Xelîl  daxwiyanî  xwend.

Sara Xelîl, çêkirina "dîwarê şermê" şermezar kir û diyar kir  ku ew van siyasetan qebûl nakin. Sara Xelîl got ku ew bi fikir û felsefeya xwe yek in, lewre tu hêz nikarin wan bixapînin. Sara wiha dom kir: "Em ê wekî jin bi hemî hêza xwe bixebitin, bibin mertal û nahêlin ku dîwarên  bi wî awayî werin lêkirin."