Jinên girtî ji bo Strasboûrgê nameyek şandin: Berxwedan me zêde kirin...

Li Girtîgeha Şakranê li ser navê girtiyan ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ji bo berxwedêrên Strasboûrgê nameyek hate şandin. Girtiyên jin gotin: “Li ser vê rêya berxwedanê meşîn, her tim em zêde kirin.”

Jinên girtî yên li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd ketine greva birçîbûnê ji bo berxwedêrên jin ên li Strasboûrgê di nava grevê de ne nameyek şandin.

Jinan anî ziman ku çalakiya îro bi sedan jin tevlî bûne wê sibe bi hezaran dewam bike.

Nameya jinên girtî wiha ye:

“Berxwedan hevrêyên me ciwan kirine;

Dibe em ne li gel hev bin, weke mekan ferqa me ya ji we li qadekî ku bi metreyan hatî sînordar kirin de ne. Berxwedana me ya ji bo yek navendê kirin, di heman demê bi yek carê de nebza me lêdan, em digihîne we. Em û hûn bibin yek, ma wê kî bikare xwe li ber me rabigire…

Li ser vê rêya berxwedanê meşîn her tim em zêde kirin. Berxwedan bi hevrê Leyla Guven destpê kir û niha bi sedan ev meş didome. Sibe wê bigihêjin hezaran.”

Ji gava yekê ve berxwedan û yên li ber xwe dan bi ser ketiye. Ji bo hê mezintir bibe divê em hê zêedetir li ber xwe bidin. Li vir em sê hevrêyên jin ketine çalakiya bêdawî û bêdorveger. Silavên wan ji bo we pêşkêş dikin. Her wiha silavên jinên siyasî yên girtî li we dikin û daxwazên wan ên serkeftinê ji bo we radigihînin.”