Jinên CHP'yî îstifa kirin
Jinên CHP'yî îstifa kirin
Jinên CHP'yî îstifa kirin
Li gel Seroka Baskê CHP'ê yê Jinan a Amedê Naciye Gunay, hin serok û rêveberên jinan ê rêxistinên navçeyan bi giştî 15 kesan ji CHP'ê îstifa kirin.
Gunay bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wê, Seroka Rêxistina Jinan a Navçeya Sûrê Hediye Ozçelîk, Seroka Rêxistina Jinan a Navçeya Yenîşehîrê Nîmet Temûrhan, Seroka Rêxistina Jinan a Navçeya Çinarê Nûcan Çelebîoglû û Seroka Rêxistina Jinan a Navçeya Baglarê Nîhal Cebeloglû û endamên desteya rêveberiyê ji patriya xwe îstifa kirine.
Roja Çarşemê jî Serokê Rêxistina CHP'ê ya Navçeya Baglarê Halîl Efe ji partiya xwe îstifa kiribû. Gunay di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got, "Ji ber ku di nava rêxistina me ya bajêr re hurmet ji kedê re nayê nîşandan, demokrasî nayê meşandin, hurmet ji jinan re nayê nîşandan, em neçarin îstifa bikin."