Jinên BDP’î li Şaredariyan ‘Maseyan Jinan’ ava dikin
Jinên BDP’î li Şaredariyan ‘Maseyan Jinan’ ava dikin
Jinên BDP’î li Şaredariyan ‘Maseyan Jinan’ ava dikin
Jinên BDP’î yên Mêrdînê diyar kirin ku dê li şaredariya li ‘Maseyên Jinan’ yên ku jin dikarin serlêdanê bikin, ava dikin.
Jinên BDP’î yên hatine hilbijartin ên Mêrdînê, di civîna ku vê mehê pêk anîn de xebatê ku qadên xizmetê ava dikin û çavderiya li hemberî jinê nîqaşkirin.
Civîna li Salona Meclisa Şaredariya Qoserê pêk hat de, hat destnîşan kirin ku dê li şaredariyan ‘Maseyên Jinan’ bên avakirin û dîsa di mijarên ‘bandora şer ya li ser jinê û penaberî’ de ji bo xebat bên meşandin biryar hat girtin.
Cigira şaredariya Qoserê Leyla Salman wiha got: “Maseyên jinan dê di meha pêş de bê avakirin. Ev mase ji bo jinên ku pirsgirêkên wan hene, ji bo tedbîrê dê bên avakirin.”
Salman da zanîn ku di civînê de mijarên wekê ‘bandora şer ya li ser jinan û penaberî’ jî nîqaşkirine û dê der barê vê de biryar girtine. Biryarên ku em bigirin di 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li Ser Jinê dê bikin fermiyetê.
Salman got xebatên wan yên der barê jinan dê bidome.