Jinên Êzidî giliyê hikumeta Merkel kirin

Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê giliyê hikumeta federal a Elman kir, ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê yên Elman ên di destê YPG'ê de ne venagerîne Elmanyayê û xwe nade ber darizandina wan.

Hikumeta federal a bi serokwezîrtiya Angela Merkel, tevî bangên rêveberiya Rojava jî çeteyên DAÎŞ'ê yên Elman ên di destê hêzên YPG/QSD'ê de ne venagerînin û ji bo darizandina wan tiştekî nake. Li girtîgeh û kampên penaberan ên li Rojavayê Kurdistanê, piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 welatiyên Elman ên DAÎŞ'î hene. Lê rêveberiya Berlînê li pêşberî vê yekê xemsar e.

Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê, ji ber vê xemsariya li pêşberî Elmanên li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye û Iraqê sûcê li dijî mirovahiyê kirine, giliyê wezîrên hikumeta Merkel, Wezîra Edaletê Katarina Barley û Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer kir.

Jinên Êzidî ragihandin, her du wezîr ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê nakevin nava hewldanan, lewma li pêşiya bicihhatina edaletê asteng in. Di gilînameyê de bangên rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê hatin bibîrxistin û işaret bi komkujiyên ku DAÎŞ'ê li Êzidiyan kirin, bi taybetî sûcên li dijî jinan kirin, hate kirin.

Jinên Êzidî di gilînameyê de bal kişandin ser xala 258'an a Destûra Bingehîn a Elman ku li gorî wê xalê astengkirina darizandina sûcdaran sûc e. Li gorî xala ku jinan bal kişandin ser wê; kesên ku bicihhatina edaletê asteng dikin heta 5 salan cezayê girtîgehê û cezayên pereyan divê bên cezakirin. Di vê navberê de berdevkekî Wezareta Edaletê, pirsên qenalên televîzyonê yên WDR û NDR ên li ser mijarê bê bersiv hişt û diyar kir ku di vê mijarê de wê daxuyaniyê nede.

ÇETEYÊN KU ELMANYA LI WAN DIGERIN DI DESTÊ YPG'Ê DE NE

Li gorî medya Elman, li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê herî kêm 71 çeteyên DAÎŞ'ê hene ku der barê 21 ji wan de Dozgeriya Federal a Elman biryara girtina wan derxistiye. Tevî ku hatiye tespîtkirin 21 kes çeteyên DAÎŞ'ê ne û sûcê şer kirine, balkêş e ku Elmanya daxwaza îadekirina wan nake.

Hikumeta Federal a Elman timî dibêje, "DAÎŞ'iyên bi saxî hatine girtin em nasnameyên wan nikarin tespît bikin". Lê belê meha Adarê eşkere bûbû ku wezîfedarên saziya îstîxbarata derve ya Elman BND çûne girtîgeh û kampên penaberan ên DAÎŞ'î lê ne û tespît kirine ku kî Elman e.