Jineke zanist ya ku jiyana xwe da ser Kurdolojiyê: Jîgalîna

Jineke zanist ya ku jiyana xwe da ser Kurdolojiyê: Jîgalîna

Olga İvanovna Jigalina,  di 23’ê cotmehê de li Akademiya Zanistên Rûsyayê li odeya xwe ya beşa Kurdolojiya Esntîtuya Zanistên Rojhilat di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Pispor Jîgalîna ku serokatiya beşa navenda lêkolîna pirsgirêkên herêmî yên welatên Rojhilata Navîn û Nêz, Kurdolojiyê ya Enstîtuyê dikir, di qada navnetewî de yek ji pisporên herî girîng ku bi pirsgirêka kurd re eleqeder dibû.

Di sala 1969’an de li Zanîngeha Dewletê ya Moskovê ya bi navê  M.V Lomonosov beşa fîlolojî (beşa Roman-German) qedand. Heman salê di beşa Rojhilata Akamdemiya Zanistê ya SSCB’ê de wek personelê teknîk-zanistê xebitî.

Di sala 1973’an de teza doktorayê ya zanistên dîrokê pêk anî. Di navbera salên 1974-1979’an de bi hevsera xwe re li Îranê xebat meşand. Di vê navberê de Îran nas kir û li gelek herêmên wê geriya, farsî hîn kir. Di sala 1979’an de piştî vegeriya Moskovayê, di komeke ku pirsgirêka kord lêkolîn dikirin û serokatiya wê turkolog û kurdolog pispor M.A Gasratyan dikir, dest bi xebatê kir.  Piştî Gasratyan, M.S Lazarev û R.L Tsabolov tevli xebatê kir, xebatên komê mezin bûn. Koma ku pisporê teze jî perwerde dkir, di qada navnetewî de balkişand ser xwe û ji bilî Rûsyayê jî qada pisporiyê ya ku jî tevli bibûn ava kirin.

Di sala 1984’an de  xebatên komê di Akademiyê de, veguhertin beşa zanista kurdî.  Heta sala 1990’î de M.A Gasratyan, di navbera 1990-2004’an M.S Lazarev û di sala 2004’an û şûnde jî O.I Jîgalî serokatiya wê kir.

Jîgalîna ku 32 salê xwe da beşa Kurdolojiya Enstîtuya Rojhilat, piştî çaryeka sedsalê de,  li ser kurdên Îranê demeke dirêj lêkolîn meşand û xebatên zanistî weşand. Jîgalîna ku xebatên polîtîk-navnetewî û dîrokî meşand,  nûnera dawî ya dibistana Moskovê ku di dema SSCB’ê de hatibû avakirin bû.  Piraniya xebata Jîgalîna der barê mijarên dîroka kurdan û analîza arşîvên Rûsyayê bûn.

Xebata yekemî ya Jîgalîna di sesala 19’emîn de,  wergera bîranîna  kesê bi navê I.F Blaramberg ya bi eslê xwe Almane û di sedsala 19’emîn de di artêş Rûsyayê de endezyarî kiribû û der barê kurdê n Xorasanê de biranîn nivîsibû.  Ji sala ku koma lêkolînê ya kurd (1979) hatiye avkairin û şûnde  hemû xebatên der barê Rojhilatê Kurdistanê di hemû weşanên beşa Rojhilat a SSCB’ê de cih girt.

30 sal berê di gotara xwe ya ‘Li Welatên biyanî hinek navendên kurdan’ de  eleqeya Rojava ya bo Kurdistanê kir mijar.  Diyar dike ku Rojavayî ji bo ku der barê kurdan de agahiyan berhev bikin  gelek pisporên kurd vexwendiyê Rojava dikin û got divê Sovyet jî piştgiriyê bidin.

Tiştên der barê Rojhilatê Kurdistanê de nivîsiye, piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê pêk hatibû. Jîgalîna pirsgirêk akurd ya Îran û Îrana nû dinirxîne û herî zêde jî baldikişand ser faktora îslamî.  Di sala 1982’an de nêzîkatiya Humeynî ya li hemberî pirsgirêka kurd wiha dinirxand ‘Di çarçvoeya îdeolojiya netewperestên îslamî de dimîne, muxalefeta kurd dij- îslamî dinirxîne’ û her wiha digihêje vê encamê; Li Îranê  îslama radîkal heta ku desthilatdar be, çareseriya pirsgirêka kurd ne mumkune.

Di sala 1988’an de pirtûka wî ya bi navê ‘ Li Îranê Tevgera Netewî a Kurd’ ya ku salên 1918-1947 vedigot hat weşandin. Lêkolînên der barê van salan de yên di warê têkoşîna netewî a kurd û  her wiha ‘analîza konseptên polîtîkaya derve ya Îngîlîstanê ya li Rojhilata Navîn’ ku di sala 1990’î de nivîsibû xebatên din yên girîng bûn.

Di sala 1996’an de ji teza xwe ya ‘Di sedsala 19-20’emîn de pêvajoyên etnososyal’ bi bandor bû û ‘evrîma etnososyal a civaka Îranê’ nivîsî.

Di sala 2002’an de  monografiya xwe ya nû ya bi navê Kurdên Xorosanê ya dema dawî ya Kaçarlarê weşand. Ev xebat yekane xebata zanistî ya der barê Kurdên Xorosanê de tê qebûlkirin.

Jîgalîna di sala 2005’an de hêjdayî unvana pisporiyê hat dîtin. Di sala 2008’an de  ji arşîvên berfireh yên Rûsyayê fêde girt û monografiya bi navê ‘ Kurdên Kermanşahê’ nivîsî.  Di vê nivîsê de girîngiya polîtî û naqokiyên di navbera hêzên emperyalîst yên herêmî de bi awayekî serkeftî derxistiye holê.

Di sala 2011’an de  weşanxaneya Lambert Academic Publishing a Alman  xebata Jîgalîna ya bi navê ‘Di polîtîkaya modern a Îranê de pirsgirêka kurd’ hat weşandin.  Ev pirtûk pirsgirêka kurd ya piştî rejîma şahiyê ya Îranê ket vedibêje.

Xebateke din ya girîng jî der barê têkoşîna rizgariya netewî ya di navbera 1940-1970’ê de Mustafa Barzanî û Başûrê Kurdistanê bû.

Gelek xebatên Jîgalîna der barê kurdan dan de bû û piraniya wan cara yekemîn hatibûn dest girtin.  Bi vî aliyê xwe pirtgiriyeke mezin dan.

Ji 500’î zêdetir monografî, gotar û rapor amade kir. Ligel vê bi pirgirêka kurd re jî eleqeder bû. Bi însiyatîfa wî civîna ‘ Xwendinên Lazarevî’  der barê pirsgirêka kurdên Rûsyayê de îmze avêt xebatek girîgn.

Di qada navnetewî de jî di konferansên girîng de  derfetê nasandina xebatên xwe dît. Her wiha endamtiya saziya pisporê Îranê ya li Ewropayê dikr.

Portreya Jîgalîna ku ji aliyê doktorê berê yê Enstîtuya Zanistên Rojava ya Akademiya Zanistên Rûsyayê, Nodar Mosakî ve hatibû nivîsin, ji aliyê Mamed Mustayev ve hat tercumekirin.