Jinan qetilkirina Ozdel şermezar kirin
Jinan qetilkirina Ozdel şermezar kirin
Jinan qetilkirina Ozdel şermezar kirin
Li Sêrtê jinên ku beşdarî Konferansa Jinan a Rêveberiyên Heremî bûn polîsên ku li Geverê ciwanê bi navê Rojhat Ozdel qetil kirin şermezar kirin.
Jinên ku li Sêrtê beşdarî Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî bûn polîsên ku duh li navçeya Geverê ya Colemêrgê ciwanê bi navê Rojhat Ozdel qetil kirin, şermezar kirin. Jinan li ber Şaredariya Sêrtê daxuyanî dan û Hevşaredarên Sêrt, Mêrdîn, hevşeradarên navçeyan, endamên meclîsên şaredariyan û xebatkarên jin ên şaredariyan beşdar bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Mêrdînê Februniye Akyol Akay ve hate kirin û hate gotin ku wekî delegasyona konferansê êrîşa hatiye kirin şermezar dikin.
Akay gotina Serokomar Tayyîp Erdogan a "Ma polîsên me çeka xwe kişand û welatî kuşt?" bi bîr xist û wiha got: "Belê herî dawî li Geverê polîsên we çeka xwe kişand û welatiyek kuşt. Di paşerojê de jî ne tenê yek bi sedan welatî kuştin. Beriya saleke li Geverê komkujiya ku pêk hat, dîsa heman tişt pêk hat."
Akay bilêv kir ku gelên Kurdistanê êdî van qetlîaman qabûl nakin û îro şunde jî wê qebûl nekin. Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.