Jinan li Viyana ji bo Cizîrê çalakiya rûniştinê li dar xistin
Li paytexta Viyana Awûstûrya, di pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA de bi sedan Kurdistaniyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk li hember Kurdistanê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
ANF
VIYANA
şemî, 12 rezberê 2015, 23:20
Li paytexta Viyana Awûstûrya, di pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA de bi sedan Kurdistaniyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk li hember Kurdistanê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Di mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, li ser navê Komeleya Jinên Kurd AVESTA piştî têkildarî pêvajoyê û armanca çalakiyê axaftin hatin kirin, girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di tevahiya mîtîngê de gelek belavokên bi Elmanî û Îngîlîzî yên têkildarî armanca çalakiyê hatibûn amadekirin hatin belavkirin. Belavok dem dem hatin xwendin jî.
Di çalakiyê de wêneyên kesên li Cizîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin û birîndar bûn li erdê hatin raxistin û find hatin pêxistin.
Di dawiya çalakiyê de ji bo civîna gel a sibe saet 13.00’an li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyana têkildarî hilbijartina 1’ê Mijdarê wê bê lidarxistin agahî hat dayîn.