Jinan êrîşên komên çeteyan şermezar kirin

Jinan êrîşên komên çeteyan şermezar kirin

Rêxistin û saziyên jinan yên bajarê Hesekê çalakiyek lidar xistin û êrîşên komên çekdar yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

 Li ser banga Komîteya Têkiliyan ya Rêxistina Yekîtiya Star, rêxistin û saziyên jinan yên bajarê Hesekê çalakiyek lidar xistin û êrîşên komên çekdar yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Çalakî li pêşiya Navenda Zanist û Perwedeya Jinê a bajarê Hesekê hate lidar xistin û rêxistinên jinan yên mîna Îsyatîfa Jinên Sûriyê, Yekîtiya Star, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Jinên Ciwan, Konfederasiyona Xwendekarên Kurd ên welatparêz, Yekîtiya Jinên Sûryanî û gelek kesayat berşar bûn. Di çalakiyê de êrîşên komên çekdar yên li ser Rojavayê Kurdistanê û komkujiyên li Sûriyê pêk tên hatin şermezar kirin.

 Piştî yek deqe rêzgirtina cangoriyan, endama Komîteya Têkiliyan ya Rêxistina Yekîtiya Star Ranya Ferman daxuyaniya hevbeş ya rêxistinên jinan xwend, di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku komên çekdar hewl didin ku Rojavayê Kurdistanê veguhêzin qada şer, pevçûnan û di navbera pêkhateyên herêmê de tevlihevî û fitnê çêbikin.

 Rêxistin û saziyên jinan di daxuyaniya xwe de kiryarên komên çekdar şermezar kirin û ji hemû aliyan xwestin ku lihember van êrîşan hişyar bin, helwesta xwe nîşan bidin.

 Di çalakiyên de peyamên Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê û Rêxistina Mafê Zarokan jî hate xwendin.