Jinan efûya tecawîzkaran protesto kirin

Platforma jinan li 30 bajaran li dijî efûya tecawîzkarên zarokan protesto kirin, daxwaz kirin ku Peymana Stenbolê bikeve meryetê.

RIHA

Platforma Jinan a Li Dijî Efûya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, li 30 bajarên cuda daketin kolan û qadan û çalakî lidar xistin. Rêxistinên jinan di çalakiyan de xwestin dest nedin Peymana Îstanbul û rêgezên peymanê bê kêmasî têxin meriyetê. Di vê çarçoveyê de Platforma Jinan a Rihayê li Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê civîna çapemeniyê lidar xistin. Berdevka Platforma Jinan a Rihayê Prz. Mihriban Çelîk daxuyanî da. Çelîk li pişt pankarta "Em li dijî îstîsmara zarokan û zayendî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin." daxuyanî da. Di çalakiyê de dowîzên “Nepareze, ser negire û bersûc darizîne", “Dest nede bedena zarokan", “Zarok bêdeng nebûn tu jî bêdeng nebe" û “Li dijî îstîsmara zarokan bêdeng nemîne" bilind kirin. Çelîk, anî ziman ku ew li dijî vê guhertinê bi fikar in û wiha got: "Zagona înzfazê di Nîsanê de li meclîsê hat niqaşkirin. Em fêr bûn ku dixwazin zarokên 13 salî dikarin bi kesên ji îstîsmarê tên darizandin re bizewicînin. Dixwazin sucdaran bê ceza bihêlin. Eşkere kirin ku dê vê efûyê di 15'ê Tîrmehê de bînin rojeva meclîsê. Ji ber vê yekê em jin destûr nadin vê yekê.

Dîsa Numan Kûrtûlmûş di 2'ê Tîrmehê de diyar kir ku ji bo Peymana Îstanbul betal bikin xebatên wan hene. Rakirina Peymana Stenbol gefa li dijî hemû jinan e. Em dixwazin Peymana Stanbol bi calak têxin meriyetê û kesên sûcdar teqez ceza bikin.

ÊLIH

Li Êlihê jî rêxistinên Jinan bi heman armancê daxuyani dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên Jinan li Şaxa Egitim Senê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên Meclîsa Jinan a HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin amade bûn. Platforma Jinan a Li Dijî Efûkirina Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, di civînê de pankarta "Peymana Stenbolê têxin meriyetê, Dest ji Efûkirina Îstîsmara Zarokan berdin" vekirin û daxuyanî dan. Aktivîsta TJA'ye Gulistan Sonuk, anî ziman ku ew dê heta dawî Peymana Îstanbulê biparêzin û bang li hikûmetê kir ku dest ji betalkirina Peymana Stenbol û xala 6284'an berdin.