Jin ji bo edaletê li qadabûn
Jin ji bo edaletê li qadabûn
Jin ji bo edaletê li qadabûn
Kurdistaniyên ku li Erûpayê dijîn bi daxwaza ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çile de li Parîsê hatin qetil kirin edalet li gelek navendan çalakî lidarxistin.
CENEVRE
Jinên Kurd yên ku li Swêdê dijîn bi mebesta ku kiryarên qatliamên bên ronî kirin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî li darxistin.
Di çalakiya ku bi mebesta kujerên qetliama Parîsê bê diyar kirin hatî li darxsitin de pankarta “Em edaletê dixwazîn” hat hilgirtin.
Di çalakiyê de bêdengiya saziyên navnetewî hat protesto kirin. Her wiha da ku qetliam bê ronî kirin banga ‘Rolê xwe bileyîzin’hat kirin.
Di çalakiyê de di derbarê ku saleke li ser qetliamê re derbas jî dibe hîn jî ne hatiye ronî kirin, bêdengiya Wezîrê Edaletê yê Fransayê hat rexne kirin. Û bê dengiya rêxistinên navnetewî ji hat şermezar kirin.
Çalakî bi banga bila her kes beşdarî çalakiya di 11’ê Çile li Parîsê pêk tê de beşdar bibin bi dawî bû.
HAMBURG
Kurdistaniyên ku li bajarê Almanyayê Hamburgê dîjîn jî qetliama 9’ê Çile a li Parîsê ku Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetil kirin şermezar kir û ji bo wan edalet hat xwestin. Di çalakiyê de sloganên”Bêdengiya we di hevkariya we deye” hatin avêtin. Di çalakiya ku cara 44’emîne di bin rêvebertiya Meclisa Jinan a Rojbînê de pêk tê de di axivtinên hatîn kirin de hat diyar kirin ku di destpêkê de dewleta Fransayê, dewletên Ewrûpayê berpirsên qetiama Parîsê ne.
Di çalakiyê de ji bo sê jinên şoreşgerên Kurd mûm hatin pêxistin û belavok hatin belav krin.
DEN HAAG
Li bajarê Hollandayê Den haagê jî dibin pêşengtiya Meclisa Jinan a Ronahî de çalakiya edaletê li ber balyozxaneya Fransayê hat li darxistin. Di çalekiyê de slogana “ bêdengiya we di hevhariya we deye” hat avêtin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îmze hatin kom kirin.
MUNIH
Li bajarê Almanyayê Munihê jî Kurdistaniyan xwest ku qetliama Parîsê bê ronî kirin.
Kurdistaniya di çalakiyê de sloganên “ Bêdengiya we di hevkariya we deye” avêtin û endamên Yeketiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) belavok belav kirin. Di belavokê de di tê bi bîrxistin ku Omer Guney li Munihê û derdora komelên nijadperestan de hatiye dîtin.
STOCKHOLM
Li bajarê Fransayê Stockholmê jinên Kurd disan li dîjî qetliama Parîsê ku sê jinên Şoreşgerên Kurd têde hatin qetilkirin li qadan bûn. Di çalakiyê de hikûmeta Frasayê hat şermezar kirin û xwestin ku cinayetê ronî bikin.
Li qadê wêneyê sê jinên Kurd hatin bi cih kirin û li derdorê bi dehan jinên Kurd kom bûn û xwestin ku qetliama Parîsê bê ronî kirin.
Di çalakiyê de ku ji aliyê Komeleya Jinên Kurd a Amarayê ve hatî organîze kirin de hat destnîşan kirin ku qetliam ji aliyê kesên ku ne di xwestin ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin bi serbikeve hate pêkanîn.
CIWANAN NELSON MANDELA BI BÎRANÎ
Ji aliyê Meclisa Ciwanên Kurd a Stockholmê ve lîderê efsanewî Nelson Mandela yê ji berî hefteyekê jiyana xwe ji dest danî hat bi bîranîn.
Di biranîna li Meclisa Ciwanên Kurd a Stockholmê hatî li darxistin de filmê ku mijara wê li Başûrê Afîkayê di dijî hêzên nîjadpers yên partheid tê dikoşan di hat meşan din hat nîşan dan. Di çalakiyê de ciwanên Elewî û Tirk jî beşdar bûn.