Jin ji bo aştî û Rojava dê bimeşin

Jin ji bo aştî û Rojava dê bimeşin

Meclisa Jinan a HDK’ê,  ji bo ku pêvajoya diyalogê veguhere muzakereyan û şoreşa Rojava bê nasîn di 2’ê mijdarê de berbi AKP’ê ve dê bimeşe.

Meclisa Jinan a Stenbolê ya Kongreya Demokratîk (HDK), ji bo ku diyaloga pêvajoyê veguhere muzakerayan û şoreşa Rojava bê nasîn 2’ê mijdarê de bimeşin ber avahiya Şîşliyê ya AKP’ê.

Li gorî daxuyaniya ku meclisa jinan a HDK’ê daye, jin dê di 2’ê mijdarê de roja şemiyê saet di 15.00’an de li ber Cevahîr AVM bicivin û piştre berbi avahiya AKP’a Şîşliyê bimeşin.

Meclisa Jinan destnîşan kir ku ji ber şerê li Sûriyeyê bi sedhezaran penaber hatine li Tirkiyeyê bicih bûne û  jin, zarok, ciwan û xizan rastî her cureyê îstîsmarê tên.

Jina diyar kir ku pêvajoya  çareseriyê ji ber ku hikûmet pêngavê navêje xitimiye û got ev  pêvajoya bê pevçûnê jî di xetereyê de ye.

Jinan daxwazên xwe wiha rêz kirin;

Divê pêvajoya diyalogê veguhere muzakereyê û daxwazên gelê kurd bên cih.

Divê şoreşa Rojava bê nasîn û li Nisêbînê di nava gelan de dîwarê şermê bê hilweşîn.

Divê şîdet, taciz, tecawiza li dijî jinê sûcê şer û sûcê mirovahiyê bê hesibandin û bi awayekî herî giran bê cezakirin.

Divê mafê perwerdehiya zimanê dayikê bikin bin ewlehiya makeqanûnê.

 Di serî de girtiyên nexweş, hemû girtiyên siyasî bê berdan.

Betalkirina tezkereyên şer

Xistina benda hilbijartinê.”