Ji YSK biryareke din a sosret: Dengên bê mohr ên derveyî welat derbas nabin

YSK, dengên bê mohr ên li derveyî welat, li ser daxwaza AKP'ê derbasdar nehesiband. Lê dengên bê mohr ên li nava welêt, li ser daxwaza AKP'ê derbasdar hesibandin bû.

Bi eşkerebûna encamên hilbijartinê re, Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li ser îtiraza AKP'ê dengên bê mohr ên li nava welêt derbasdar hesiband. Lê YSK di heman demê de dengên bê mohr ên li derveyî welat, li ser îtiraza AKP'ê derbasdar nehesiband.

YSK'ê, pusûlayên dengan ên bê mohr ên sindoqa bi hejmara 472'an a li derveyî welat, li ser daxwazanmeya îtirazê ya erkdarê AKP'ê Mûhammed Bîlal Halîloglû, derbasdar nehesiband.

Di daxwaznameya navborî de hat gotin, "Li sindoqa bi hejmara 472'an, ji bilî zerfên li 1-C, 2-C, 1-D, 2-D hatin vekirin, hin zerfên dengan ên mohr li pişt wan nîne, bêyî bê vekirin, derbasdar neyê hesibandin."

YSK li ser vê yekê, li gorî xala 98'an a Qanûna Hilbijartinê biryar da ku ev zerfên navborî bêyî bê vekirin, derbasdar neyên hesibandin.

YSK ku ev îtiraza AKP'ê ya li derveyî welat qebûl kir, dengên nederbasdar ên ku tê gotin AKP'ê ji derve anîne, li ser îtiraza AKP'ê derbasdar hesiband.

Piraniya dengên bê mohr ên 'erê' li bajarên Kurdistanê derketibûn holê. Hatibû tespîtkirin ku ev deng ji derve hatine anîn û di hilbijartinê de hîle hatiye kirin.