Ji YPG/YPJ'ê li kantonên Kobanê û Cizîrê çalakiyên bi bandor
Ji YPG/YPJ'ê li kantonên Kobanê û Cizîrê çalakiyên bi bandor
Ji YPG/YPJ'ê li kantonên Kobanê û Cizîrê çalakiyên bi bandor
Li kantonên Kobanê û Cizîrê, hêzên YPG/YPJ'ê bi çalakiyên bi bandor derbên giran li çeteyan xistin. Di çalakiyên li Kobanê, derdora Serêkaniyê, Qamişlo û Dirbesiyê de 14 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê û berxwedana li dijî van êrîşan di roja 86. de dewam bi pevçûnên dijwar kiriye. Navendê got, "Hêzên me li navenda bajêr li deverên ku çeteyên dagirkirine êrîş û çalakiyên xwe didomînin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê de, li ser encamên şer û pevçûnên li Kantonên Kobanê û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê, ev agahî hatin dayîn:
LI ENIYA ROJHILAT Û BAŞÛR 7 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Hêzên me duh bi şev li eniya rojhilat li Sukul Hal û derdora Kolana Şaredariyê 2 êrîşên cûda pêk anîn. Her du êrîş jî bi serketî derbasbûn û hêzên me vegeriyan mewziyên xwe. Di van êrîşan de 6 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr jî di navbera hêzên me û komên çete de şerekî dem kurt qewimî. Di vî şerî de jî çeteyek hat kuştin.
LI BAŞÛRÊ SERÊKANIYÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN
Hêzên me li başûrê Serêkaniyê li nêzî gundê Menacirê li dijî komên çete êrîşek pêk anîn. Êrîşa ku duh bi şevê pêk hat de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Her wiha duh bi şev 20 kîlometre li başûr-rojavayê Serêkaniyê li herêma Pirîza di navbera hêzên me û komên çete de şerekî dem kurt qewimî. Lê encamên vî şerî nehatin zelalkirin.
LI ROJHILATÊ QAMIŞLOYÊ 2 ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN
Şevê din komên çeteyan guleyên tacîz avêtin gundê Şermux a dikeve 23 kîlometre li başûr-rojhilatê Qamişlo, lê hêzên me mudaxele kirin. Di encama bersivdayînê de 2 çete hatin kuştin û komên çete reviyan.
LI DERDORA DIRBÊSIYÊ DI ENCAMA ÇALAKIYEKÊ DE ÇETEYEK HAT KUŞTIN
Li nêzî gundê Xenamiyê yê Dirbesiyê komek çete ku di nava liv û tevgerê de bûn, hêzên me li dijî wan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jî kuştiyek çeteyan hat tesbîtkirin."