Ji YPG'ê li hember çeteyan çalakiyên bi bandor
Ji YPG'ê li hember çeteyan çalakiyên bi bandor
Ji YPG'ê li hember çeteyan çalakiyên bi bandor
Şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li rojavayê bajarê Serêkaniyê û derdora bajaroka Cezzayê çalakiyên bi bandor lidar xistin.
Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê hatine girtin, operasyona ku hêzên YPG'ê di 11'ê Cotmehê de li rojava û başûrrojavayê bajarê Serêkaniyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Di çarçoveya vê operasyonê de hêzên YPG'ê duh danê nîvro nêzî gundê El-Dehmaa wesayîtek çeteyan tevî çeteyên têde rûxandin. Her wiha çeteyên ku hewl dan mudaxele bikin êrîşî wan jî kirin. Li herêmê cih bi cih şer derket. Duh di tevahiya çalakiyan de 13 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin.
Duh êvarî saet di 16.00'an de şerekî dijwar li herêmê qewimî. Ev şer hê jî dewam dike. Agahiyên şer wê paşê ji raya giştî re were aşkerakirin.
Li başûrrojhilatê bajaroka Cezaayê di navbera gundên Qadisiye û Misterîha de hêzên YPG'ê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de wesayîtek çeteyan tevî çeteyên têde hat rûxandin. Di heman demê de şervanên YPG'ê li gundê Qadisiye li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn.
Di her du çalakiyan de li gorî hat tesbîtkirin 6 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.