Ji YPG’ê li dijî çeteyan çalekî: 2 çete hatin desteser kirin
Ji YPG’ê li dijî çeteyan çalekî: 2 çete hatin desteser kirin
Ji YPG’ê li dijî çeteyan çalekî: 2 çete hatin desteser kirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî komên çete yên ku duh êrîşî gundê Qasimê kiribûn çalakî lidar xist. Di encama çalakiyê de hêzên YPG'ê 2 çete girtin û 3 tirombêlên çeteyan desteser kirin.
Komên çete yên DAIŞ'ê duh êrîşî gundê Qasimê ya 40 kîlometrî rojavayê Kobanê kirin. Li ser daxwaza gundiyan hêzên YPG'ê mudaxelekirin û di navbera hêzên YPG'ê û çeteyan de pevçûn derketin. Îro jî hêzên YPG'ê li dijî çeteyên ku li herêmê xwe bi cih kiribûn çalakî lidar xistin. Hate gotin ku di encama çalakiyê di hêzên YPG'ê 2 çete girtin û 3 tirombêlên wan ku yek doçka li ser bû destser kirin.
Endamên komên çete duhberiyha ku ji gund birevin mala welatiya bi navê navê Necah ku paşnavê wê ne hate zanîn gulebaran kirin. Di encama geule baranê de jiyana xwe jidest da, her wiha çeteyan kurê wê û 4 kesên din ên ji heman gundî revandin.
Hate gotin ku çeteyan ji ber ku Necah gundî di mala xwe de bi cih kiribûn mala wê gule baran kirin.