Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) piştî qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd bang li Kurdên li Almanyayê dijîn kir ku li Parîsa paytexta Franseyê kom bibin.
YEK-KOM’ê sûîqesta ku li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat û di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez hatin qetilkirin, weke “komkujiyuyeke namerd” bi nav kir û bang li Kurdên li Almanyayê dijîn ku li Parîsê kom bibin.