Ji YDG-H’ê daxuyaniya Farqînê

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) encamên 13 rojan ên berxwedana Farqînê ragihand.

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) diyar kir ku qedexeya kolanan a li navçeya Farqîn a Amedê ya 13 rojan berdewam kir, hê jî didome. YDG-H di daxuyaniya xwe de wiha got: “13 rojan yekîneyên kontra êrîşî komên berxwedêr kirin, li hember van êrîşan endamên ciwan ên berxwedan pêş xistin gelek wesayît anîn halekî ku careke din nema tên bikaranîn û derb kirin. Ji wesayîtên derbkirî 5 kepçeyên zirxî, 12 wesayîtên zirxî yên Kobra, 3 panzer, 1 TIR, 1 TOMA bi temamî hatin îmhakirin, her wiha 1 tank û 1 wesayîtek zirxî hatin derbkirin. Li hember kontrayên êrîşî komên berxwedêr kirin bersiv hatin dayîn, di encama pevçûnan de 1 jê amîrê emniyetê zêdetirî 40 endamên yekîneyên kontra hatin îmhakirin.”