Ji Xwendevanan ji bo AKP’ê: Em ê nebin nifşên ku bîat dike
Xwendevana Zanîngeha Stenbolê Bûse Bayram ku ji ber stîcker daliqand ji zanîngehê hate dûrxistin, li dijî vê sepanîna keyfî 2 hefte ne li ber zanîngehê di berxwedanê de ye. Xwendevanan daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin wê bîat nekin.
ANF / ZEYNEP KURAY
STENBOL
pêncşem, 13 kewçêrê 2016, 15:30
Hikûmeta AKP’ê bi hezaran mamoste ji wezîfeyê kirin, bi lêpirsînên keyfî jî mafê perwerdeyê yê xwendevanan asteng dike.
Xwendevana Beşa Felsefe ya Zanîngeha Stenbolê Bûse Bayram bi hinceta ku stîcker daliqandiye ceza lê hat birîn ku 5 hefteyan ji zanîngehê dûr bikeve. Bayram li dijî vê sepanîna keyfî her roj saet 11.00’an li ber Kampusa Navendî ya zanîngehê nobeda berxwedanê digire, bi hinceta Rewşa Awarte jî her roj ji hêla polîsan tê derbkirin û dibin Qereqola Beyazitê. Bayram ku herî dawî roja Sêşemê hatibû binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê derket pêşberî dozgerê terorê.
Bayram li dijî zextên hem îdareya zanîngehê hem jî emniyetê bi hevalên xwe re li ber Kampusa Navendî daxuyanî da. Di çalakiyê de ku pankarta, “Em ê dest ji rêxistinbûyin, siberoja xwe bernedin. Mafê perwerdeyê nikare bê astengkirin” hate vekirin, dirûşmeyên “Mafê Perwerdeyê Nikare Bê Astengkirin” , “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin”, “Zanîngeh Ê Me Ne, Wê Bi Me Re Azad Bibin”, “YOK, Polîs, Medya, Wê Ev Dorpêç Bê Belavkirin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de zextên li ser parêzer, mamoste û karkeran jî hate şermezarkirin.
‘TI ZORBETÎ WÊ NIKARIBE ME ASTENG BIKE’
Di danezana daxuyaniyê de ku ji hêla Bayram hate xwendin, wiha hate gotin;
“Piştî Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte re min jî wek gelek hevalên xwe yên xwendekar bêyî sipartek cezayê 5 hefteyan ji zanîngehê dûrxistinê stand. Di berxwedana min de ku li dijî van lêpirsînan min da destpêkirin, nêzî 2 hefte ne, bi hinceta Rewşa Awarte 5-6 saetan bêyî karûbarên binçavkirinê bêne kirin hatim binçavkirin.”
Bayram di berdewama daxuyaniyê de got; “Dixwazin em bibin ew nifşa ku qetlîaman bi bîr nayne, ji her tiştî ditirse, bîatkar, îtaatkar. Lê, ev hewldanek vala ye. Ti zorbetî wê nikaribe hesreta ciwanan a azadiyê û siberojê bifetisîne. Em ê li dijî xespkirina mafê xwe yê perwerdeyê bêdeng nebin.”
Xwendevan Bûse Bayram got wê sibehê berxwedana xwe veguhezîne gel Cemal Bîlgen ê li ber Fakulteya Tipê ya Çapeyê li ber xwe dide.