Ji xwendekarên zanîngehê banga 'biherikin sînor'

Ji xwendekarên zanîngehê banga 'biherikin sînor'

Ji welatiyên li sînor nobeda berxwedana Kobanê digirin piştgiriyek jî ji xwendekarên zanîngehê hat. Xwendekarên ji zanîngehên cuda bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku li hemberî Kobanê bêdeng nemînin û ber bi sînor ve biherikin. 

Berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 35 roj in berdewam dike û çalakiya nobedê ya li gundên Mehser û Miseynterê jî didome. Xwendekarên ji zanîngehên cuda hatin ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê tevlî nobedê bûn.

Xwendekarê Zanîngeha Colemêrgê Mazlum Mek ê ku ji Colemêrg hat û tevlî çalakiya nobedê ya li gundê Miseynterê bû çavdêriyên xwe wiha vegotin: "Dewleta tirk bi awayekî zelal piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê. Em li vir bi malbatên Kobanê re diaxivin û hemû kes dixwazin vegerin malên xwe. Em bi zarokeke biçûk re axivîn, got, 'Me bibin Kobanê' Kobanê niha rastî jî di zorê de ye." Mek, diyar kir ku divê ti kes li hemberî Kobanê bêdeng nemîne û wiha axivî: "Divê hemû kes bê vir rewşa Kobanê bibîne û ji bo azadiya Kobanê ya ji dest tê bike. Divê hemû kesên dibêjin ez mirov im bên vir û piştgiriyê bidin Kobanê." Mek bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku ber bi sînor ve biherikin. Mek bal kişand ser berxwedana bêhempa ya YPJ/YPG'ê û da zanîn divê demildest korîdora alîkariyên mirovahî ji bo Kobanê bê vekirin.

Xwendekarê Zanîngeha Colemêrgê Mahsum Sezgîn jî sedema hatina gundê Mîseynterê wiha vegot: "Ji bo ez bêhna azadî û berxwedana li ser vê axê pêk tê bikim, piştgiriyê bidim berxwedana Kobanê û şahidîniya berxwedana li Kobanê pêk tê bikim hatim vir." Sezgîn, diyar kir ku berê qewimînên Kobanê li ser medyayê dişopandin lê niha şahidîniya berxwedana Kobanê dikin. Sezgîn, anî ziman ku berxwedana YPG û YPJ'ê dê Kobanê azad bike û wiha axivî: "Kobanê teqez ne didin çeteyên DAIŞ'ê û ne jî alîgirên wê. Kobanê ne tenê rizgariya kurdan be dê bibe ya hemû gelan." Sezgîn, di serî de gelê kurd û gelên Tirkiyeyê li hemberî Kobanê bêdeng nemînin.

'JI BO ŞOREŞA ROJAVA BI SER BIKEVE EM LI VIR IN'

Xwendekarê Zanîngeha Dîlokê Hakîm Peker jî diyar kir ku armanca çeteyên DAIŞ'ê tinekirina Şoreşa Rojava ye û got: "Di serî de Tirkiye hemû cîhan dixwaze şoreşe Rojava bifetise. Em ji bo xwedî li şoreşa Rojava û piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li vir in. Ji bo Şoreşa Rojava bigihije serketinê heya dawiyê em dê li vir bin." Peker bang li hemû kesî kir ku xwedî li Kobanê derbikevin.

Xwendekarê bi navê Mehmet Demîr jî diyar kir ku ji bo rûyê şer ê rast bibînin hatin sînorê Kobanê.