Ji xwendekarên qursa zimanê Kurdî ji bo Kobanê standa alîkariyê

Ji xwendekarên qursa zimanê Kurdî ji bo Kobanê standa alîkariyê

Xwendekarên li bajarê Swîsre Zurichê beşdarî qursa zimanê Kurdî dibin, li Winterhurê ji bo alîkariyê bidin Kobanê, standek vekirin.

Xwendekarên gihiştî yên ji binyata Swîsreyî, Îtalî, Kurd û gelên din xwarina li malê çêkirin, li standê firotin û li aliyekî din jî belavok belavkirin, bi mirovan re sohbet kirin û der barê rewşa gelê Kurd ê li Kobanê û Şengalê û barbariya çeteyên DAIŞ'ê de agahî dan.

Standa ku saet di 09:00 ê sibehê destpê kir, saet di 16:00 bi dawî bû û rastî eleqeyeke mezin a Swîsriyan hat. 

Xwendekaran, alîkariya ku berhev kirin, ji Heyva Sor a Kurdistanê re şandin.