Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, bi boneya televîzyona wan bê vekirin di hefteya 48’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Saziyên Elewiyan û Mirovên Şemiye jî piştgirî dan çalakiyê. Xebatkaran di çalakiyê de pankarta “Dengê Elewiyan TV10 nayê bêdengkirin" vekirin û dowiza “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hildan.
DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN'
Gerînendeyê Giştî yê TV10'ê Velî Buyukşahin, diyar kir ku saziyên Elewiyan wê di 17'ê Îlonê de mîtingê pêk bînin û banga tevlêbûna mîtîngê kirin. Buyukşahin, anî ziman ku ji ber OHAL û KHK'yan mexdûriyet pir zêde ye û wiha got: "Divê OHAL bên rakirin û KHK bi dawî bibe. Ev ji bo Tirkiyeyê rewşeke pir xerab e. Hikûmetê her mal û sazî kiriye dijminê xwe. Cejn wateya dostanî û biratiyê ye. Divê ji bo aştî û dostaniyê me bi hev re têbikoşin û em bi hev re bin. Em bang li hemû saziyên Elewî û gelan dikin ku di 17'ê Îlonê de li qada Kartalê tev li mîtinga saziyen Elewiyan bibin."
Çalakî bi rûniştinê û sloganan bi dawî bû.