Ji wî faşîstî re 19 sal cezayê girtîgehê hat xwestin!

Ji parêzvan û alîgirê Erdogan re ku li DYA'ê êrîşî Kurdan kirîbû cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji Eyup Yildirim ê faşîst re 19 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Serokomarê Tirk Tayîp Erdogan di meha Gulanê de li Qesra Spî bi Serokê DYA'yê Donald Tûrmp re hevdîtin pêk anîbû. Piştî civînê parêzvanên Erdogan êrîşî Kurdistaniyên kiribûn ku li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê Erdogan şermezar dikirin. Eyûp Yildirim ê ku di nava êrîşê de cih digirt hatibû binçavkirin û di derbarê wî de 19 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.


Yildirim ê ku li New Jersey yê hatibû girtin, wê bi sûcên birîndarkirin, êrîş, şidet û sûçên nefretê were darizandin.


DAXWAZÊN WÎ HATIN REDKIRIN


Li aliyê din Darazê Sulh a Federal a New Herseyê James B. Clark daxwaza berdana Yildirim a bi kefalet û darizandina li New Jerseyê qebûl nekir. Clark biryar da ku Yildirim bişîne girtîgeheke li  paytexta Washîngtonê.