Ji Wezîrên Derve yên YE li Tirkiyeyê banga sînoran veke
Ji Wezîrên Derve yên YE li Tirkiyeyê banga sînoran veke
Ji Wezîrên Derve yên YE li Tirkiyeyê banga sînoran veke
Wezîrên Derve yên YE bang li Tirkiyeyê kirin da ku ji bo alîkariyên ji Kobanê re sînoran veke. Çavkaniyeke dîplomatîk ê Ewropî ku ji AFP’ê re axivî wiha got: “Ev bang li gel bicihanîna pêwîstiyên bingehîn, derbasbûna çekan jî digire nava xwe.”
Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropa di civîna Wezîrên Derve ya li Luxembourg de banga li Tirkiyeyê kirin da ku ji bo alîkariya ji Kobanê re sînoran veke.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Rewşa li Kobanê çavkaniya fikareke cidî ye” û banga ji bo alîkariyên ji bûyerên li Kobanê rû didin re sînoran vekin hat kirin.
Çavkaniyeke dîplomatîk ê Ewropa ku ji Ajansa Nûçeyan a Fransa- AFP’ê re axivî, got ku vekirina sînor li gel bicihanîna pêwîstiyên gelê li Kobanê dijî jî divê ji bo derbasbûna çekan ji şervanan re jî bê vekirin.