Ji wezîrê Elman ji bo Erdogan ê şantajker: Çiqas qîr û hewar dike bike
Şantajên Erdogan û hikûmeta Tirk a ku li ser mijara koçberan serbestiya vîzeyê dixwaze, êdî rastî nerazîbûnên ji hikûmeta Elman a ku hevkarê wane jî tê.
Şantajên Erdogan û hikûmeta Tirk a ku li ser mijara koçberan serbestiya vîzeyê dixwaze, êdî rastî nerazîbûnên ji hikûmeta Elman a ku hevkarê wane jî tê.
Şantajên Erdogan û hikûmeta Tirk a ku li ser mijara koçberan serbestiya vîzeyê dixwaze, êdî rastî nerazîbûnên ji hikûmeta Elman a ku hevkarê wane jî tê. Wezîrê Edaletê Maa got, “Erdogan çiqas qîr û hewar dike bila bike” û diyar kir ku gefên wî êdî bi kêr nayên.
Dihat payîn ku Peymana Erêkirina Paşdevekişîna Giştî a navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiye ya ku di meha Adarê de hate îmzekirin ji bo Tirkiyeyê serbestiya vîzeyê bê dayîn. Lê, Tirkiye ya ku jê dihat xwestin ji 72 kirîterên ku di serî de qanûna “Bi terorê re têkoşîn” heye, biguherîne pêk nanî û bû sedemê gotûbêjan.
Li gorî daxwazên di çapemeniya Elmanyayê de jî cih girtin, hat dîtin ku nêzîkatiya Serokwezîra Elmanya Angela Merkel a di hevkariya Tayyîp Erdogan de israr dike, jî li nerazîbûnên wezîrên di nava hikûmetê de diqewime.
‘ERDOGAN ÇIQAS QÎR Û HEWAR DIKE BILA BIKE’
Ji Partiya Demokratîk Sosyal a hevkarê hikûmetê Wezîrê Edaletê Heîko Maas nêzîkatiya hikûmeta Elmanya a li beramberî Erdogan şermezar kir. Maas ê ku bi Neûe Osnabrucker Zeîtûngê re axivî wiha got: “Em rê nadin ku ti kes şantajê li hember me bikin... Erdogan çiqasî dixwaze bila qîr û hewarê bike.”
Yekîtiya Ewropa ya ku Tirkiye bi betalkirina hevpeymana penaberan gefê li dixwe jî wê ji hefteya bê û şûn de hin pisporên xwe bişîne Enqereyê.