Ji Wezareta Karê Hundir giştînameya veşarî!

Ji Wezareta Karê Hundir giştînameya veşarî!

Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler di 12’ê cotmehê de giştînameyeke ‘veşarî’ ji walitiyan re şand û  hate hînbûn ku di giştînameyê de talîmata ku li dijî çalakiyê ‘bê huzuriyê diafirîne’ kar û barên qanûnî bê destpêkirin.

Nivîskarê rojnameya Mîlliyetê Tolga Şardan da zanîn ku giştîname beriya Cejna Qurbanê di 12’ê îlonê de bi îmzeya Wezîrê Karê Hundir hatiye şandin. Şardan got; “Guler li dijî çalakiyên PKK’ê yên li herêmê bêhuzuriyê derdixe, talîmata lêpirsînê daye.”

Di vê dema ku pêvajoya çareseriyê berbi xitimandinê diçe, ev giştînameya ku hatiye şandin rê li ber fikarên ku kampanyayek nû ya zextan destpê dike vekir. Di rojên dawî de zêdebûna binçavkirinan jî piştî vê giştînameyê pêk hat.

Şardan da zanîn ku piştî giştînameyê pêkanînên ku pêk werin dê hemû bi hevre bibînin.

Di giştînameyê ev talîmat hat dayîn:

“-Tê dîtin ku rêxistin di demên dawî de li herêmê  serdestiya psîkolojîk tesîs kiriye, di otorîtesya dewletê de zafiyetê ava dike, liser welatiyan zextandike, li herêmê pêşî li xizmetên cemawerî û razemeniyan digire, kesan direvîne, wesayîtan dişewîne.

 -Ligel van tê dîtin ku rêxistin li herêmê ji cerdevanan pereyan dixwaze, ji welatiyên ku pezê xwe diçêrînin serî sewalî pere dixwaze, di mehên havînê de di bin navê seyran û mîhrîcanan de pereyan behhev dikin û ji karsazan bi santaj û gefan pereyan berhev dikin, karkerên ku rê û berdavan çêdikin direvînin û xebatên çandiniya tiryakê dikin.

-bi armanca pêşî li van çalakiyên rêxistinê girtin, divê hemû xebatên îstîxbaratê bê kirin û bi ser bûyeran de biçin û cidî bê girtin, ji bo berpirsên vê bê girtin kar û barên qanûnî bên berhevkirin.

DÎHA’ê piştî giştînameyê  balkişand ser girtin û binçavkirinan:

Li Mêrsînê di navbera 12-13’ê cotmehê de di serdegirtinan de 3 zarok 5 kes hatin girtin. piştî derxistin dadgehê hatin girtin.

Li Cizîrê di 14’ê cotmehê de di serdegirtina malan de 5 kes hatin binavkirin û 2 jê hatin girtin.

Li Şirnexê di 25’ê cotmehê de di serdegirtina malan de 16 kes hatin binçavkirin û jê 8 kes hatin girtin.

Li Elkê ya Şirnexê endamê Meclisa Şaredariyê Ozgur Ulaş hat girtin.