Ji welatên Rojava banga "Neçin Tirkiyê"
Ji welatên Rojava banga "Neçin Tirkiyê"
Ji welatên Rojava banga "Neçin Tirkiyê"
Piştî ku berxwedana Taksîmê li medya cîhanê cihekî berfireh girt, ji welatên Rojava hişyarî hat kirin ku kes neçin Tirkiyê.
Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê, cara duyemîn hişyariya gera li Tirkiyê kir. Di hişyariya Wezaretê ya ji bo welatiyên Îngilîz de hat ragihandin, ku xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Tirkiyê, wê di rojên pêş de jî dewam bikin.
Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê Enqerê Vladîmîr Îvanovsky jî peyama "Ji Taksîmê xwe vegirin" da tûrîstên Rûs. Malperên tûrîzmê yên Îngilîz dan uyakirin ku protestoyên li Tirkiyê li herêmên tûrîzmê jî deng vedan û çapemenî û rayedarên dewletê yên Elman jî hişyarî dan welatiyên xwe ku neçin Tirkiyê.