Ji wekîlên jin protestoya bi destmalên sor
Ji wekîlên jin protestoya bi destmalên sor
Ji wekîlên jin protestoya bi destmalên sor
Wekîlên jin li dijî nîqaşên dijûn yên li Meclisa Tirkiyê tên kirin ketin tevgerê. Wê îro wekîlên jin ji bo protesto kirinê bi destnama sor beşdarî rûniştinê bibin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wekîla Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan ve hatî kirin wê wekîlên jin di derbarên nîqaşên bi dijûn de bi destmalkên sor bi Serokê Meclisê Cemîl Çîçek re hevdînê bikin. Dê pişt re wekîlên jin bi destmalkên sor berdarî runîştina Lijneya Giştî bibin.
Pervîn Buldan ji wekîlên xurt yên ku dixwazin beşdarî çalakiyê bibin xwest ku sibe bi destmalkên sor beşdarî rûniştinê bibin.
Di dema hevdîtinên baçê yên li Meclisa Tirkiyê de dihatin kirin di navbera parlementerê Kamer Genç û Muharram Înçe li gel Parlementerê Tokatê yê AKP’ê Zeyîd Aslan nîqaşên bi dijûn hatin kirin. Li ger vê yekê ji nava rayagiştî de bertek hatin.
.