Ji Wargeha Ş. Rûstem Cudî ji bo malbata Xalê Elî peyama sersaxiyê
Ji Wargeha Ş. Rûstem Cudî ji bo malbata Xalê Elî peyama sersaxiyê
Ji Wargeha Ş. Rûstem Cudî ji bo malbata Xalê Elî peyama sersaxiyê
Koordînasyona Meclisa Demokratîka gel a wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya wefata Şemsedîn Kara ku gelê Kurd weke Xalê Elî dinasî peyamekî sersaxiyê weşand. Di peyama Meclisa Gel a Demokratîk de bal hate kişandina ser welatparêziya Xalê Elî û girêdayîna wî a bi tekoşînê ve û got ku li dijî sîstema dagirker a li Kurdistanê û li hember hewildanên îmhayê pêwiste welatparêzî û bibiryarbûna Xalê Elî were mînak girtin.
Meclisa Gela Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cudî diyar kir ku li dijî polîtikayên dervey mirovahiyê yên sîstemên desthilatdar li Kurdistanê tevgera PKK’ê di kesayeta Kurd de zanyariyekî nû û îradeyekî derxist holê û wiha got: “Dema ku li gel vê îradê û têgehiştinê xwebirêxistinbûn çêbû eniya welatparêz a gelê Kurd derket holê.”
Meclisa gela Demokratîk ku diyar kir bi tekoşîna eniya welatparêz kurd weke gelekî dihat nasîn, di siyaseta Rojhilata Navîn û Cîhanê de cihê xwe girt û got ku: “Di herêmê de êdî bêy kurdan ti pêşketinek çênabe” û wiha dewam kir: “ Asta ku gelê Kurd îro gihiştinê bi saya keda Rêber Apo û Şehîdan gihiştînê. Yên ku li ser xeta Rêbertiya xwe û Şehîdên xwe hewildanên yeketiyê didin û di vê rêyê de hemû tiştê xwe xistine nava tekoşînê weke Xalê Elî bi saya gelê me yê welatparêz gelê me îro xwedî nasnameyekî bi rûmeti
Gotina ku bûna xwedî nasname tê wateya ku weke Kurdekî azad jiyîn û di vê yekê de îsrar kirin tê. Di zemînekî ku gelek kesên Kurd li Ewropa bi polîtikayên asîmlasyon û entegrasyonê ji welat û nasnameya xwe dûr ketine lê bi saya welatparêzên weke Xalê Elî kurdan polîtikayên tûnekirinê binxistin, derbaz kirin. Şehîdên me ku nirxê me yê em hêzê jê digirîn girêdana me a bi wan re bilindkirina tekoşîna pêkanîna armancên wane.
Di kesayeta Xalê Elî de cardin hemû şehîdên me yên ku di tekoşîna Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînîn, girêdayî armanca wan mayîn, soza jiyan kirina wan dayîn û bi vê boneyê hemû welatparêzan vedixwînîn çareseriya demokratîk a ku hatiye pêşxistin hîn zêdetir xwedî lê derbikevin dikîn.”