Ji Walîtiya Stenbolê qedexeya Çalakakiya ji Ocalan re Azadî
Walîtiya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê ya wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Stasyona Metroya Aksarayê saet 15.30’an pêk bihata qedexe kir.
Walîtiya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê ya wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Stasyona Metroya Aksarayê saet 15.30’an pêk bihata qedexe kir.
Walîtîya Stenbolê da xuyakirin ku wê destûrê nedin daxuyaniya çapemeniyê ya Komaleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan (TUAD) a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina atmosfera diyalogê wê li pêşiya Stasyona Metroya Aksarayê saet 15.30’an pêk bihata.
Di daxuyaniya de tê îdîakirin ku daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Stasyona Metroya Aksarayê derveyî qanûna ne û wiha tê gotin: “Li vê qadê civînên bi armancên siyasî derveyî qanûna ne. Ji ber vê jî ne mimkûn e ku destûr ji bo civînek bi vê armancê re bê dayîn.”