Ji TTB’ê bîlançoya parqa Gezî: 4 mirî, 8 hezar birîndar

Ji TTB’ê bîlançoya parqa Gezî: 4 mirî, 8 hezar birîndar

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bîlançoya Berxwedana Geziyê aşkera kir. Li gorî rapora ku TTB’ê weşandiye, 4 kes mirine, 60 jê giran bi giştî 8 hezar kes birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku 11 kesan çavên xwe wenda kirine, 103 kesî jî travmaya serî derbas kirine.

Di raporê de hate diyar kirin ku gazincên wekê şewatên ji ber gaza îsotê, zehmetiya bîhnda û girtinê, krîza astimê,  nobetên epîlepsî di serî de tên û her wiha ji ber kapsulên gazê, guleyên plastîk birîndarî gelek zêde bûne. Hat gotin ku di lemlate û îskeletan de birîndarî, di cihên nerm de pelçiqandin, birîn, şewat, şikestin herî zêde yên derketine pêşin.

Di berdewamiya raporê de hat gotin ku travmayên serî, ji ber guleyên plastîk wendahiya çavan û pirsgirêkên serî, di alî hundir de xesar derketine û holê û wiha hat gotin: “Beşeke van tespîtan ji guleyên plastî, derbê pêk hatine. Beşek girîng ya mezin jî ji ber kapsulên gazê pêk hatine. Polî her diçe madeyên kîmyewî yên girantir bikar tîne û bandor û şîdeta wê zêde li ser tenduristiyê dike.

Di raporê de bi taybet li ser bikaranîna gaza îsotê û zirarên wê hat rawestandin: “Di lîteratura tibbî de bikaranîn çekê kîmseyî li dijî mafên mirovane. Gaza îsotê û yên dişibin vê divê demildest bê qedexekirin.”