Ji Tirkiyeyê pere ji êrîşkarê St-Petersbûrgê re hatiye şandin

Derket holê ku di êrîşa terorî ya 3’ê Nîsanê de li bajarê St-Petersbûrgê yê Rûsyayê pêk hatibû, têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re jî hene.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê, birayê çeteyê bi navê Akbarzhon Jalîlov, ji Tirkiyeyê pere şandiye.

Li gorî nûçeya ajansa RIA’yê, ev pere ji aliyê ‘komeke terorîst a navneteweyî ‘ ve hatiye dayîn.

Lê nehat zelalkirin ku vê koma terorîst kîjan e.

Di êrîşa xwekujî ya li stasyona metroyê ya Sennnaya Ploshcadê ya bajarê St-Petersbûrgê de 14 kes miribûn. Tê texmînkirin ku êrîşkarê ku hemwelatiyê Kirgizistanê ye, endamê DAIŞ’ê ye.