Ji Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê çalakiyên 'Çiyayê Cûdî'

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Adir Xizgonos ên YPS'ê ragihand, ku ji bo bersivdana li şewatên ku dewleta Tirk li çiyayê Cûdî derxistiye, wan gelek dever şewitandine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tîmên Bersivdanê di çarçoveya "Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran" de li dijî şewitandina daristanên Çiyayê Cûdî wan çalakiyên bersivdanê li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, di 8'ê Îlonê de febrîqeya tekstîlê ya li navçeya Menemen a Îzmîrê hate şewitandin.

Heman rojê li navçeya Efeler a Aydinê jî agir bi sîteya pîşesaziyê ya li kolana Sanayî Alti ya taxa Zeybekê hate xistin, xisar li derdora sîteyê û wesayitên lê bû.

Her wiha hate ragihandin ku li navçeya Bozdogan a Aydinê di 8'ê Îlonê de li dijî santrala elektrîkê çalakiya sabotajê hate lidarxistin û di encamê de santrala elektrîkê bi temamî îmha bû.

Li navçeya Kepez a Antalyayê jî di 31'ê Tebaxê de avahiya endamekî MHP'ê hate şewitandin.

Tîmên Bersivdanê hişyarî da û diyar kir, "Eger daristanên Çiyayê Cûdî tê şewitandin, hingî wê Tirkiye jî bê şewitandin."