Ji TEV-DEM'ê derbarê komkujiya Eşrefiyê daxuyanî

Ji TEV-DEM'ê derbarê komkujiya Eşrefiyê daxuyanî

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa balafirên rêjîma Baas li ser taxa Eşrefiyê ya Helebê şermezar kir. TEV-DEM'ê diyar kir ku gelê Kurd beşek ji şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyeyê ye. TEV-DEM'ê ji komên çekdar û artêşa rejîma Baas xwest ku êrîşê xwe yên li ser Kurdan rawestînin, girtiyan serbest berdin û ji taxên Kurdan derkevin. Her wiha TEV-DEM'ê bang li hêzên navnetewî û rêxistinên mirovahî kirin ku ji bo parastina welatiyên sivîl bi erkê xwe rabin.

Tevgera Civaka Demuqratîk(TEV-DEM) bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa balafirên rejîma Baas li ser taxa Eşrefiyê şermezar kir. Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha destpê kir: ''Li taxa Eşrefiyê ku devereke sivîle, pevçûn di navbera komên çekdar yên Artêşa Azad û Artêşa Rêjîma Bass de rûdan, herdû aliyan çekên giran bikaranîn û hewan avêtin, balafirên rêjîma Baas herêm bombebarand, di encamê de 22 sivîlên ku zarok û por sipî jî hebûn şehîd ketin, bi dehan kes birîndar bûn û ziyanek pir zor gihişte derdorê.''

TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwede diyar kir ku piştî ku komên çekdar li Serêkaniyê beranberî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û gelê herêmê binketin, berê tivingên xwe dan taxên Kurdan ên Helebê . Herwiha TEV-DEM'ê da zanîn ku gelê kurd beşek ji şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyeyê ye û di daxuyaniya xwe de got:

''Gelê kurd doza azadî û rumetê dike, tevî ku ji ber pevçûnan wêranî li gelek deverên Sûriyeyê pêkhatin jî, me karîbû herêmên xwe aram bihêle û veguhezîne wargeheke bi ewle ji hezaran koçberên Sûriyeyê. Lê ji ber ku hinek alî bi berjewendiyên hêzên li dijî gelê kurd ve girêdayine dixwazin pevçûnan ber bi herêmên me ve bibin.''

TEV-DEM'ê êrîşên balafirên rejîma Baas li ser taxa Eşrefiyê ya Helebê û girtina welatiyên sivîl şermezar kir û weha dewam kir ''Em êrîşên balafirên rêjîma Bass li ser taxa Eşrefiyê ya Helebê û girtina welatiyn sivîl şermezardikin û bila komên çekdar ji herêmên me derkevin û ji taxên me êrîş nekin. Girtî bera zû werin berdan, bila tu kes gûmana neke ku emê li hember vê komkujiya bêdeng bimînin''.

Herwiha di dawiya daxuyaniya TEV-DEM'ê de bang li hêzên navnetewî û rêxistinên mirovahî kir ku derbarê komkujiyan de bêdeng nemîn û bi erkê xwe yê parastina welatiyên sivîl rabin. TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe jidest dan û şifaya birîndaran re xwest.