Ji taxên herî mezin ên Fellûceyê Hey Şuheda ji DAIŞ’ê hate girtin

Fermandariya Hevpar a Operasyona Rizgarkirina Fellûceyê da xuyakirin ku ketine taxa herî mezin a li başûrê Fellûceyê.

Fermandariya Hevpar a Operasyona Rizgarkirina Fellûceyê têkîldarî operasyona didome de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên artêşa Iraqê ketine taxa Hey Şûheda ya li başûrê Fellûceyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku leşkerên Iraqê li avahiyên bilind ên taxê ala Iraqê daliqandine û yekîneyên endezyariyê li taxê dest bi xebatan kiriye. Di daxuyaniyê de pêşketina giran û hêdî ya Operasyona Rizgarkirina Fellûceyê bi sedema mayinên ku çeteyan danîne ve hate girêdan.