Ji Swêdê ji bo Kobanê alîkarî
Ji Swêdê ji bo Kobanê alîkarî
Ji Swêdê ji bo Kobanê alîkarî
Kurdên li bajarê Karlstad û Karlskoga a Swêdê dijîn ji bo Kobaniyên ku ji êrîşên DAIŞ’ê reviyane û hatine Pirsûsê TIR’ek alîkarî şand.
Amûrên ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Ciwanên Zagros ve hatin berhevkirin di nav de kon, cil û berg, derman û betanî hebûn.
TIR’a ku amûr têde bûn îro saet di 08.00’an de ji bajarê Karstad a Swêdê derket û ji bo biçe Pirsûsê ket rê.
Li gelek bajarên Swêdê bi armanca piştevaniya bo Kobanê alîkariyên hatibûn destpêkirin didome. ligel Kurdistaniyan, Swêdî û penaberên ji welatên din hatine bo piştgiriya Kobanê tevli kampanyayê hatine destpêkirin dibe.