Ji Swêdê ji bo girtina medyaya Kurdî helwest

Zexta li ser medyaya Kurd, li dijî desteserkirina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gunê saziyên civakî yên Swêdê, rêxistinên nûçegihan û nivîskaran û Parlamentoya Samiyê helwest nîşan da.

Piştî ku rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gunê hate desteserkirin û rojnameya Welat nema dikare were çapkirin, ji hêla saziyên civakî, rêxistinên nûçegihan û nivîkaran ve û Parlamentoya Samiyan ve nerazîbûn hate nîşandan. Seroka Hevgirta Nivîskarên Girtîgehan a Kuluba PEN’ê ya Swêdê Elîsabeth Lofgren got li Tirkiyê rewş jib o nûçegihan û mafê mirovan xirabtir dibe û zexta li ser çapemeniyê zêdetir dibe.

LI TIRKIYÊ MIROV NIKARE BEHSA AZADIYA DERBIRÎNÊ BIKE

Lofgran got li Tirkiyê azadiya derbirînê tine, zext li ser nûçegihan, nivîskaran heye û her wiha li ser bikarhênerên medya civakî jî zext heye. Lofgran got Klûba PEN’ê gelek caran binpêkirina azadiya derbirînê şermezar kiriye û gelek nûçegihan û nivîskar ji ber zextan welatê xwe terikandine û xwe li welatên dî girtine. Lofgran li ser zexta li ser medyaya Kurd got zexteke giran e û got, ‘’Ev hemû nîşan didin ku Serokkomarê Tirk her ku diçe bêhtir otorîter dibe.’’

REXNEYA LI WELATÊN BÊDENG

Berdevkê Çapemeniyê yê Seksiyona Swêdê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Amî Hedenborg got ji bilî medyaya Kurd li ser Kurdan jî zext zêde bûne û medyaya welatên Rojavayî vê zêde nakin rojev. Hedengborg got zext û qedexeya li ser medyaya Kurd bi mirov re fikaran çêdike û got, ‘’Divê ji bo azadiya çapemeniyê û çareseriya arîşeya Kurd dviê em tim hewl bidin.’

150 NÛÇEGIHAN GIRTÎ NE Û EV KAMBAXIYA REWŞÊ NÎŞAN DIDE

Şefê Bûroya Ewropayê ya Rêxistina Civîl Rîghts Defendersê Goran Mîletîc piştî hilbijartinên 2015’an û piştî hewldana darbeyê ya 2016’an li Tirkiyê azadiya derbirînê û mafê mirovan pir têne binpêkirin û bi deh hezaran mirov bê bi sûcdariyên bêbingeh hatine girtin. Miletîc bi bîr xist ku li Tirkiyê 150 nûçegihan hatine binçavkirin û ev kambaxiya rewşê nîşan dide.

Miletîc got li Tirkiyêdema ku behsa mafê Kurdan tê kirin, hikûmeta Tirk wan bi terorîsbûnê sûcdar dike û got ev arîşeyeke pir mezin e. Mîletîc her wiha got ew zexta li ser medyaya Kurd qebûl nakin.

BÊDENGIYA WELATÊN ENDAMÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ

Serokê Parlamentoya Samiyê Stefan Mîkaelson bal kişande ser bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li ser zext û zordariya li ser medyaya Kurd û got ev rewşê mirov hêvîşikandî dike û helwest li dijî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê nîşan da.

DI NÊZ DE WÊ TIŞTEK NEMÎNE

Weşangar Monîka Elîsabth Dahlgren bal kişande ser rewşa binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê û got tişta ku dibe li dijî hemû yasayên navnetewî û peymanên navnetewî ye û got, ‘’Niha dest li ser medyaya Kurd danîn. Rojnameya Evrenselê û çend rojname man. Mafê agahdarbûnê pir hate astengkirin. Niha hikûmetê dest li ser Medyaya Doganê danî. Li pey hev medyayê dikire û dest li ser wan datîne. Di nêz de wê tiştek nemîne.’’

ERDOGAN BI DESTEKA DEWLETA KÛR DEST LI SER MEDYAYA DOGANÊ DANÎ

Nivîskar û nûçegihan Ragip Zaraoklu got Erdogan bi desteka dewleta kûr dest li ser Medyaya Doganê daniye. Zarokolu her wiha li ser zexta li ser medyaya Kurd jî got ji 1968’an ve heta bi 1992’yan li ser medyaya Kurd zexteke zêde heye.

LI SALA 1915’AN VEGERIYANA

Zarakolu li ser girtina Ozgurlukçu Demokrasî, çapxaneya Gunê, Weşangeriya Evrenselê û got ev êrîş nîşan didin ku li 1915’an vegeriyan. Wê demê ev zext li ser medyaya Ermenan hebû. Bi ser medyaya Ermenan de girtin. Çaygerên wan jî desteser kirin. Nivîskarên wan kuştin. Heke dema ku tişta ku li ser Ermenan kirin me deng derbixista wê niha ev rewş nebûya.