Ji Swêdê gava bi nîqaş a ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê

Li Swêdê, guhertina qanûnî ya nû ya ji bo pêşîgirtina li DAIŞ'ê rê li ber nîqaşan vekir.

Piştî êrîşa çeteyê DAIŞ'ê ya 7'ê Nîsanê ya li Stockholmê, ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, hikumeta Swêdê ji bo pêşî li êrîşên gengaz bigire, bi partiyên mûxalefetê re hemfikir bû.

LI SER 16 XALAN LI HEV HATE KIRIN

Hikumetê û mûxalefetê, ku weke partiyên bûrjûva tên binavkirin, li ser 16 xalan li he vkirin, ku ev peyman hin tedbîrên nû diyar dike.

Çend ji van tedbîran jî wiha ne: li dijî rêxistinên tund avakirina mekanîzmaya koordînasyona neteweyî ya mayinde, zêdekirina hejmara polîsan, xurtkirina polîsan bi çekên hê bi bandor, zêdekirina hejmara kamerayên ewlekariyê, bicihkirina blokên beton li meydan û kolanan, guhdarîkirina li telefonê û şopandina înternetê ji aliyê polîsan ve û zêdekirina erka şopandinê ya polîsan.

Partiya her wiha biryar dan, ku tevlîbûna li nava rêxistinên terorê, têkilî û alîkariya ji bo wan wê werin krîmînalîzekirin.

Piştî ku ev peymana navborî hate eşkerekirin, Serokwezîr Stefan Lofven got, "Ez ji peymanê gelekî serbilind im. Ev yek nîşan dide, ku di mijarên zehmet û girîng de partî nêrînên xwe yên cuda datînin aliyekî û hevkariyê dikin."

Ev pêşniyarên nû yên 6 partiyên li nava hikumetê û mûxalefetê li ser li hev kirine, wê di meha Kanûnê ya vê salê de bên zelalkirin û pêşkêşî raya giştî werin kirin. Tê plankirin, ku pêşnûme beriya hilbijartinên Îlona 2018'an bikeve rojeva parlamentê û bibe qanûn.

RÎSK HEYE KU LI DIJÎ TEVGERÊN RIZGARIYA DEMOKRATÎK Û PARTIYÊN ŞOREŞGER JÎ BÊ BIKARANÎN

Lê belê, ev pêşniyarên ku li dijî DAIŞ û komên cîhadîst hatine rojevê, rîsk heye ku li dijî tevgerên rzigariya neteweyî, partî û komên şoreşger jî bên bikaranîn.

Hikumetê, ji bo civînên nirxandina tedbîrên li dijî DAIŞ û cîhadîstan, Partiya Çep venxwend.

Parlamentera Partiya Çep û endama Komîsyona Edaletê ya Parlamentê Lînda Snecker ev mijar ji ANF'ê re nirxand.

Snecker anî ziman, ku ew hin ji tedbîrên hatine destnîşankirin erênî dibînin, destek didin û got, "Bicihkirina blokên beton li kolan û meydanan, em ji bo ewlekariya gel erênî dibînin, lê belê zêdekirina bikaranîna kamerayên ewlekariyê rast nabînin û li dij derdikevin."

Snecker di dewama axaftina xwe de ragihand, ew li dij in ku hevkariya bi rêxistinen terorê re were krîmînalîzekirin û got, "Di qanûnên me de pênasekirina rêxistinên terorê û sûcê terorê nîne. Di mijara kategorîzekirina rêxistinên terorê de, di nava welatên cuda de nêrînên cuda hene. Pêşniyarên ku 6 partiyan li ser li hev kirine, ji bo pêşîgirtina li xebatên rêxistinên terorê yên welatên din e. Lê belê rêxistinên terorê yên Swêdî li derve tên hiştin. Mînak; Tevgera Berxwedana Bakur a Nazî (NMR) mînakek e. Lê destûr tê dayin ku beşdarî 'Hefteya Siyasetmedaran' a îsal li Almedalanê were lidarxistin, bibin."

BANDORA NEYÎNÎ KU WÊ LI TEVGERÊN RIZGARIYA NETEWEYÎ BIKE

Snecker anî ziman, qanûnîbûna pêşnûmeyê wê bandoreke neyînî li alîgirên sazî û rêxistinên di lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de bike û got, "Rîskeke wiha heye. Hin tevgerên ku ji aliyê hin welatan ve weke rêxistina terorê tên dîtin, Swêd wan weke tevgera rizgariya neteweyî dibîne û alîkariya aboriyê dide. Dema mijar hin rêxistin bin, nêrîneke cuda ya Swêdê heye."

Snecker hişyarî da, ku pêşniyar wê Îslamofobiyê zêde bike û bibîr xist ku li Swêdê dijminatiya li biyaniyan gelekî zêde ye.

Snecker destnîşan kir, piştî ku pêşnûme ji raya giştî re hate eşkerkeirin, weke Partiya Çep ew ê helwesta xwe zelal bikin û nêrîna xwe bi raya giştî re parve bikin.

Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û endamê Komîsyona Edaletê ya Parlamentê Lawen Redar jî ragihand, ku ev peyman li dijî rêxistinên terorê yên weke DAIŞ, El Nûsra û El Şebab e, ku ji aliyê civaka navneteweyî ve weke rêxistina terorê tên dîtin.