Ji Stenboliyan banga 'hikûmet dest nede bajarê me'

Ji Stenboliyan banga 'hikûmet dest nede bajarê me'

Li ser banga tevgerênên bajar ên Stenbolê, bi hezaran kes di mîtînga Bajar a Stenbolê de li qada Îskele ya Kadikoyê kom bûn. Bi hezaran kesan ji hikûmetê re gotin "Dest nedin mal, av û daristana min. Di ketina qada mîtîngê de polîsan bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir. Di mudaxaleyê de jina ku dilê wê sekinî, rakirin nexweşxaneyê. Di mudaxaleyê 5 kes birîndar bûn. Girsê di mîtingê de peyama "Em destûr nadin derew û talanê." 

Tevgerên Bajar ên Stenbolê, saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî hevpar bi tevlêbûna hezaran kesan li Qada Îskele ya Stenbolê mîtîng pêk anîn. Girseyên ku li Haydarpaşa û Sggutluçeşme li hev kom bûn bi girseyî meşiyan qada Îskele ya Kadikoya Stenbolê. Girseya ku li nokteya Haydarpaşa kom bû, rastî mudaxaleya polîsan a bi ava şit û bombeyên gazê hat. Girseya ku rastî mudaxaleyê hatin bi kevir, dar û beran bersîv da polîsan. Di mudaxaleya polisan de hat dîtin ku polisan bombeyên gazê yên nivîs li ser kapsulên wan tune bikar anîn. Hat dîtin ku jina ji ser hişê xwe çû û qirîza dil derbas kir Rakirin Nexweşxaneya Nimûne ya Dewletê. Hat zanin ku pişti rakirin nexweşxaneyê talûkeya mirinê ji ser xwe avêt. Kesek ji çavê xwe birîndar bû. 

Di mudaxaleyan de bombeya gazê li çavê welatiyekî ket û ji çavên xwe birîndar bû. Gelek maşîneyên polîsan ên TOMA li kolanan rawestiyan û mudaxaleyî girsê kir. Bi hezaran kesên tev li mîtîngê bûn siloganên "Polîs derkeve derve", "Polîs ev bajarê we ye jî" gotin. Girsê berî mîtîngê rêz girt û dest bi axaftinan kirin. Di mîtîngê de Endamê MYK'ê yê HDP'ê Prof. Dr. Gencay Gursoy, hunermend Ferhat Tunç, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, Parlamenterê HDP'ê A. Levent Tuzel, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, Parlamenterê CHP'ê Mahmut Tanal, Parlamenterê CHP'ê Melda Onur, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gürkan û gelek kesên din jî tev li mîtîngê bûn.
Girseya tev li mîtîngê bûn, dowîzên "Wan dicemide, bêdeng nemine", "Li dijî desthilatdariya beton û pereyan em dê Stenbolê ji destê wan bigirin" û "Ne zagona Afetê ye, zagona diziyê ye" "Dest nede ked û xwarina min" û "Ji dizî û talanê re na" vekirin. Bi deh hezaran kesan bê navber siloganên "Em bajarê bê asteng dixwazin" û "Em destûr nadin ku Balatê Fener bên xerakirin", "Berkîn di ber xwe bide Stenbol bi tere ye", "Her der Taksim her der berxwedan" gotin. 

Girsê di mîtîngê de bê navber xwest hikûmet îstifa bike û silogan qerîyan. Di mîtîngê de Berdevkê Tevgera Bajar a Stenbolê Cîhan Uzunçarşili Baysal daxuyanî da û diyar kir ku gelê Stenbolê dê şerê edalet, azadî û wekheviyê mezi bikin û li dijî dizî, talankerî û nelirêtiyê dengê xwe bilind bikin. 

Baysal, anî ziman ku ji bo mafê Berkin û dayika Fadime bipirsin û hesap ji kujeran bipirsin li vir in. 

Baysal, anî ziman ku ew bi lezgîn dixwazin projeyên Pira 3'emîn û Lîmana Balafirgehê bê rawestandin û dê li dijî van projeyan têkoşîna wan berdewam bike. 

Piştre li ser navê Koma Rêwî û Serhildana Tahribat-i derket ser dikê û stran gotin. Piştre Omer Kiriş jî axaftinek kir. Herî dawî Ji Parastina Daristanên Bakur Alî Yildirim axivî û anî ziman ku ew dê li dijî serdestên beton, talankerî dizî û wêrankirinê têkoşîna xwe berdewam bikin û destûr nadin xerakirina xwezayê. 

Piştî axaftinan girse belav bû.