Ji serokê AKP’yî koleksiyona saetan
Şarederê Bedlîsê yê AKP’yî Nesrûllah Tanglay piştî deyn û firotina milkên şaredariyê, niha jî bi saetaên xwe yên milyon lîreyî di rojevê de ye.
Şarederê Bedlîsê yê AKP’yî Nesrûllah Tanglay piştî deyn û firotina milkên şaredariyê, niha jî bi saetaên xwe yên milyon lîreyî di rojevê de ye.
Şaredarê Bedlîsê yê AKP’yê Nesrûllah Tanglay bi saetên xwe yên milyon lîreyî di rojevê de ye.
Buhayê du saetên zêde lûks ên ku di koleksiyona Tanglay de cih digirin ji 10 milyon lîreyî derbas dibin ku Tanglay bi firotina milkên aîdî şaredariyê û bi deynên şaredariyê tê naskirin. Modela yek ji wan saetan Patek Philippe Nautilus 5711\1A-010 e. Buhayê vê saetê yê xilmet heya 183 hezar 98 eûroyî jî derdikeve. Dema ku ev fiyet bi kûra rojane tê hesabkirin ji 6 milyon 889 hezar û 273 lîreyî derbas dibe. Markaya saeteke din a di destê Tanglay de Ulysse Nardin e ku buhayê vê saetê jî heya 90 û 100 hezar dolarî derdikeve ku ev jî bi kûra rojane dike 3 milyon 110 hezar 709 lîre.
BI DENGÊN VEGUHESTÎ ŞAREDARÎ DESTESER KIRIBÛ
Tanglay di hilbijartinên xwecihî yên di 31’ê Adarê de bi ferqa 198 dengan şaredarî bi dest xistibû. Lê belê ji ber ku îtîrazên têkildarî 2 hezar 18 dengên ku ‘’ji deverên cuda anîbûn Bedlîsê’’ û yên ‘’nederbasdar’’ hatibûn redkirin, hilbijartin bûbûn mijara nîqaşê.
DEYN Û FIROTINÊN NELIRÊ
Tanglay ê ku serdema din jî şeredarê Bedlîsê bû, bi firotina milkên neguhêzbar ên şaredariyê ji kesên AKP’yê re tê zanîn. Di navbera salên 2019-2021’an de 98 malên neguhêzbar ên şaredariya Bedlîsê bi 21 milyon 242 hezar lîreyî hatibû firotin. Ji van firotinan ji şaredariyê re tu dahat nehate veqetandin. Pereyê navborî jî hemû weke deynê şaredariyê hate hesabkirin. Her wiha tevî ku di sala 2022’yan de sînorê deynê şaredariyê yê qanûnî 124 milyon jî bû di dawiya salê de deynê şaredariyê bûbû 295 milyon lîre. Tê ragihandin ku li gel deynên sala 2023’yan jî deynê şaredariyê yê niha ji 500 milyonî derbas bûye.