Ji sedî 90 kujerê rojnamegeran nayên girtin
Ji sedî 90 kujerê rojnamegeran nayên girtin
Ji sedî 90 kujerê rojnamegeran nayên girtin
Îsal bi wesîleya ‘Rojava navneteweyî ya pêşîgirtina sûcên li dijî rojnamegeran tên kirin bê ceza nemîne’ li paytexta Stockholm a Swêdê panelek pêk hat. Sekreterê Giştî yê Seksiyona Swêdê ya Rêxistina Çand û Zanistê ya Perwerdeya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Mats Djurberg diyar kir ku di 10 salên dawî de nêzî 700 rojnameger hatine kuştin û anî ziman ku ji sedî 90 cînayetan nehatine ronîkirin.
Djurberg bi lêv kir ku ji bo êrîşkarên rojnamegeran azadiya pêkanîna sûc hatiye nasîn û ev tehdîda herî mezin a li dijî azadiya fikr û ramanê ye.
Djurberg da zanîn ku rapora ku UNESCO’yê weşandiye, nîşan dide ku di 5 salên dawî de êrîşa li dijî rojnamegeran zêde bûye û her hefte rojnamegerek li ser karê xwe tên kuştin û ev jî fikaran zêde dike.
ROJNAMEGER WEK BANKAMATÎK TÊN BIKARANÎN
Amelîe von Zweîgbergk ku di rêveberiya UNESCO’yê de cih digire jî axivî û diyar kir ku di 6 mehan de li 15 welatan 32 rojnameger hatine kuştin û wiha got: “Divê em ji vê re bêjin êdî bes e. Ji bo pêşî li van êrîş û komkujiyan bê girtin berpirsyarî dikeve ser milê hemû dewletan. Em her dim van pirsan tînin rojeva UNESCO û NY’ê û dixwazin bikin rojeva xwe. Li Suriye, Iraq û cihên din ên cîhanê divê ewlehiya rojnamegeran bê girtin.
Hat gotin ku sala buhrî 71 rojnameger hatin kuştin, 826 hatine girtin û 2160 jî rastî êrîşa fîzîkî hatine û di demên dawî de di revandina rojnamgeran de hejmar her diçe zêde dibe.
Zweîgbergk diyar kir ku li gorî rapora UNESCO’yê di 2013’an de 87 rojnameger hatine revandin û wiha got: “Em dibînin ku rojnameger wek bankamatîk tên bikaranîn. Dema çekên çeteyan diqedin rojnamgeran direvînin û fîdyeyê dixwazin. Bi taybet jî ji bo pereyan bigirin rojnamegerên çapemeniyên mezin direvînin.
‘Kalîty Fonu’ ya ku bi armanca piştgiriya ji bo rojnamegerên girtî ji aliyê komek rojnamegerên Swêdê ve hate avakirin û ji aliyê UNESCO’yê ve hate rêxistin û duh li Navenda Çapemeniya Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve panel ji du beşan pêk hat.
Di beşa yekem de rojnamegeran zor û zehmetiyên ku dibînin parve kirin. Di beşa duyem a panelê de jî tedbîrên ku divê bên girtin hatin nîqaşkirin.
Terese Crîstîanssson ku li Iraq, Nîjerya û Sûriyeyê xebitiye, diyar kir ku tehdîdên li ser rojnamegeran pêşî li ragihandina objektîf a geşdanan digire û wiha got: “Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin peywirek mezin dikeve ser milê patronên medyayê. Rojnameger li şûna ku bi çekan bên parastin divê bi agahî û kontakên herêmî bên perwerdekirin. Rojnamegerên DYA û Îngîlîstanê bi êlekên ji pola yên ku guleyan derbas nakin dixebitin. Lê ez carina di nava gel de serê xwe digirim û digerim. Bi vî awayî ez li gorî civakê tevdigerim û balê nakişînim.”
Rojnameger Martîn Schîbbye ku di nava damezrînerên ‘Kalîtî Fonu’ de cih digire, got ku di 2010’an de li Fîlîpinan 30 jê rojnamger 57 sivîl hatine qetilkirin û wiha got: “Komkujiya Fîlîpînan di dema modern de komkjjiya herî mezin a li dijî rojnamegeran e. Tevî zext û zordariyan û 5 sal di navberê de derbas bûye jî komkujî nehatiye ronîkirin û kujer nehatine cezakirin.
Komkujiya li Fîlîpînê rojnameger li du beşan veqetandin û beşekê çek girtin û yên din jî bi hinceta çek girtin li dijî pîşeya wan e li dij vê derketin.
JI BO PARASTINA ROJNAMEGERAN PÊŞKETINÊN STRATEJÎK
Schîbbye got ku çekgirtina rojnamegeran pirsgirêkê çareser nake û divê rojnamegerên li herêmê dixebitin bên cem hev û stratejiyê ava bikin.
Midûrê Giştî yê Radyoya Dewletê ya Swêdê Cîlla Benko, bang li hikûmeta Swêdê kir ku ji bo kujerên rojnameger Nîls Horner ku li Afganîstanê hat kuştin bê dîtin zextê li hikûmeta Afgan bikin.
JI BO 10 ROJNAMEGERAN KAMPANYAYA NAVNETEWEYÎ
Rêxstina Rojnamegerên Sînornenas a navenda wê li Fransayê ye jî bi wesîleya 2’ê Mijarê Roja Pêşîgirtina Sûcên li Dijî Rojnamegeran Pêk tên bê Cezan Nemînin, ji bo 10 rojnamegeran kampanya dan destpêkirin.
Serokê Seksiyona Swêdê ya Rojnamegerên Sînornenas Jonathan Lundqvîst da zanîn ku divê sûcên li dijî rojnamegeran hatiye kirin bên aşkerakirin û kesên sûc kirine jî bên teşhîrkirin.
Rojnamegerên Sînornenas rewşa rojnamegerên ku anîn rojevê wiha ne: Dawit İsaac, Eritre (girtiye), Akhmednabi Akhmednabiev, Rusya (hat kuştin), Prageeth Eknaligoga, Sri Lanka (winda ye), Dada Vujasinoviç, Sırbistan (hat kuştin), Syed Saleem Shahzad, Pakistan (hat kuştin), Samir Kassir, Lubnan (hat kuştin), Guy-Andre Kieffer, Komara Perava Diranên Fîlan, (winda ye), Piroz Davanî, Îran (winda ye), Nazeeha Saeed, Bahreyn (îşkence lê hat kirin), Maria Esther Aguilar Cansimble, Meksika (winda ye).