Ji sedî 66 astengdar e, lê hînê li girtîgehê ye
Ji sedî 66 astengdar e, lê hînê li girtîgehê ye
Ji sedî 66 astengdar e, lê hînê li girtîgehê ye
Mîna gelek pirsgirêkên li Tirkiyê nehatine çareserkirin, rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jî bîreneke xwîn jê tê. Bi sedan girtiyên nexweş ên li benda serbestberdanê ne, di şert û mercên giran de hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Yek ji van girtiyan jî hikumxwarê PKK'ê Mehmet Başçi ye. Tevî ku rapora ji sedî 66 astengdar e jê re hatiye dayîn jî, li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê hatiye terikandin.
Mexdûriyeta Mehmet Başçi, bi 4'ê Cotmeha 2005'an de bi teqîna bombeyeke li kargeheke pêlavan a lê dixebitî ya li Kagithaneyê destpê kir. Erdal Meşe yê hat îdîakirin endamê PKK'ê ye jiyana xwe ji dest da, Mehmet Başçi jî her du lingên wî jê bûn. Mehmet Başçi ku ji sedî 40 ê bedena wî şewitîbû û hestiyên wî şikestibû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani û ji bo Başçi êdî zilma dadgeriyê ya wê bi salan dewam bikira, destpê kir.
PIŞTÎ EMELIYATÊ BI LEZ Û BEZ DERXISTIN PÊŞBERÎ DGM'Ê
Başçi yê bi lezgînî hat emeliyatkirin, bêyî ku rehet bibe bi lez û bez derxistin pêşberî Dadgeha Cezayê Giran a bi Erka Taybet a Beşîktaşê. Tevî ku der heqê wî de delîlekî berçav nîne jî, bi rewşa xwe ya du lingên wî jê bû, bedena wî şewitî û hînê nû ji emeliyatê derket, ji aliyê dozger Mehmet Mûrat Yonder ve bi daxwza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsînê hat kirin.
LI DOZGER BINÊRE, PERGALA DADGERIYÊ FÊM BIKE
Dadgera lêpirsînê Selda Kûtlûata ku rewşa Başçi dît, rewşa wî ya tenduristiyê li ber çavan girt û daxwaza girtina wî red kir. Lê belê dozger Yonder îdîa kir ku Başçi tevî zanîbû Erdal Meşe endamê PKK'ê ye bi zanebûn xistiye hundirê dikana xwe û jê re çavdêrî kiriye, lewma li dijî biryara redê derket. Heyeta 12. Dadgeha cezayên Giran îtiraza dozger lêkolîn kir û bi sedema ku ji sedî 40 ê bedena wî şewitiye, hestiyên wî şikestî ne, lingên wî jê bûne, divê her du rojan carekê were pansûnakirin, bi rêk û pêk di kontrolê re bê derbaskirin û bi tena serê xwe nikare li xwe miqate be, daxwaza girtinê red kir. Lê belê piştî 5 salan dîsa li heman nuqteyê vegeriyan; Piştî ku cezayê bi îdîaya "endamê PKK'ê ye û teqemenî li gel hebûye" ku 13. Dadgeha Cezayên Giran di 9'ê Mijdarê de lê birîbû, ji aliyê 9. Dadgeha Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û li ser vê yekê Başçi hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya bi hejmara 1. a Tekîrdagê hat bicihkirin.
JI NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ YA TEKÎRDAGÊ BIRYARA DEWAMA TEHDEHIYÊ
Parêzerên Şaxê Stenbolê yên Komeleya Mafên Mirovan, di çarçoveya Pakêta Dadgeriyê ya 3. de xwestin bicihanîna cezayê Başçi were taloqkirin û bi vê daxwazê serî li 13. Dadgeha Cezayên Giran da. Lê belê Dozgeriya Bicihanîna Ceza, di şûna serbestberdana Başçi de biryar da wî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê bike.
Di rapora ji aliyê Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê ve hat amadekirin û hemû nexweşiyên Başçi hatin rêzkirin de hat gotin, "Dikare ji Saziya Bicihanîna Ceza ya Tîpa R ya Metrîsê (Rehabîlîtasyonê) re bê şandin."
Mehmet Başçi yê ji 31'ê Tîrmeha 2013'an û vir ve li girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tê ragirtin, niha mîna bi sedan girtiyên nexweş di şert û mercên ji dermankirinê bêpar, hewl didin bijî.